Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê

  • jin
  • 11:37 25 Mijdar 2020
  • |
img
WAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye afîşên bo boneya 25’ê Mijdarê li bîllboardan daliqand peyamên zayendperest dide. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji 19’ê Tebaxa 2019’an ve di bin rêveberiya qeyûm de ye, li bîllboardên li kolanên herî qelebalix ên Wanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan afîşên bi nivîsa “Ji tundiyê re na” daliqand. Di dîtibariya afîş de jinek ku bi paniya bilind a pêlava spî ku jinan temsîl dike û zilamek ku bi qûndereya reş zilam temsîl dike, hatiye bikaranîn. Di dîtbariya afîş de tê dîtin ku pêlav ango qûndereya reş pê li sola spî dike. 
 
Di dîtbariya van afîşan de tê wê maneyê ku di heman demê de ku rola zayenda civakî û rewakirina tundiya li ser jinan pênase dike. 
 
Qeyûmên tayînî ser şaredariyên HDP’ê hatine kirin, bi girtina saziyên jinan ku li dijî tundiyê têdikoşin tên nasîn.