Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike

  • jin
  • 09:11 25 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derpêş kiribû ku jinên tahde li wan tê kirin serî li qereqol û midûriyetên polîsan nadin. Handan Aşkin ku bi tahdeya mêrî re rûbirû mabû, bersiva Soylû da û got: "Arvanê xwe li aş dike. Min sê caran serlêdan kir, lê we ez neparastim. Gelo haya te jê heye?" 

Çend roj berê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li Enqereyê di civînekê de gotibû "cinayetên jinan kêm bûne" û her wiha derpêş kiribû ku jinên di 6 mehên ewil ên sala 2020'an de hatine kuştin serî li qereqol û midûriyetên polîsan nedane. 
 
SÊ CARAN SERLÊDAN KIR, LÊ NEHAT PARASTIN 
 
Ji jinên ku bi tahdeyê re rû bi rû mane, ya ku bersiveke pir watedar da Soylû jî Handan Aşkin e. Akin, di sala 2016'an de li Stenbolê gava hewl dida dev ji hevjînê xwe berde, hevjî wê bi çekê bera wê dabû û birîndar bûbû. Aşkin, niha bi sendelyeya biteker bi rê diçe. 
 
Aşkin, diyar kir ku ji ber tahdeya lê dihat kirin herî kêm sê caran serlêdan kiriye û xwestiye bê parastin û serlêdanên wê jî hemû bi delîl in. Aşkin got: "Bi çi awayî, xwe dispêre çi û vê daxuyaniyê dide. Arvanê xwe li aş dike. Dibêje ji sedî 90'ê jinan serî li qereqol û midûriyetên polîsan nedane. Bi rastî jî li hemû qereqol û midûriyetên polîsan ev lêkolîn kiriye? Bi awayekî jixwe bawer vê axaftinê dike. Daxuyaniyeke pir êşbar bû. Ev en rast e. Bi salan min xwest dev ji hevjînê xwe berdim. Min sê caran tevî parêzerê xwe gefên li min hatin xwarin ragihand qereqolê. Çendî ku biryara dûrxistinê hatibû dayîn jî, dewletê ez neparastim." 
 
‘HAYA WÎ JÊ HEYE?' 
 
Aşkin, anî ziman ku gava çûye midûriyeta polîsan, polîsan henekê xwe pê kiriye û gotine: "Ma gotibe 'ez ê bera te bidim', ji bera bera te nade." Aşkin gotin: "Û ev zilam hat li mala bavê min bi çekê bera min da û ez seqet kirim. Gelo haya Soylû ji vê heye?" 
 
‘DIJMINÊ JINA NE' 
 
Aşkin got: "Bêtirs dibêjim. Hikûmeta heyî dijminê jina ye. zilamên van tiştan tînin serê me, baş diparêzin û wan xwedî dikin. Çi bibe bi me dibe." 
 
'NAXWAZIN BIBÎNIN'
 
Parêera Platforma Em ê Cinayetên Jinan rawestînin Tûba Torûn jî diyar kir ku îqtidar bi mehan de progandaya "cinayetên jinan kêm bûne" dike û got, mesele ne ew e ku bi awayekî hejmarî ne kêmbûna cinayetên jina ye û got, mesele nepêkanîna Peymana Stenbolê û qanûna ye. Torûn, anî ziman ku bi propandaya "cinayetên jinan kêm bûne" bawer nakin û got: "Her wiha dibêjin li gor daneyên meha Mijdarê de cinayetên jinan ji sedî 27'an daketiye ji sedî 24'an. Yanî hejmarên wan jî li hev dernayên." 
 
Torûn, diyar kir ku daneyên cinayetên jinan ên rêxistinên jinan ji hla hikûmetê ve tên berevajîkirin û got: "Em daneyên di çapemeniyê de tên parvekirin berhev dikin. Soylû ji bo vê gotiye 'berevajî' dikin. Çima em rabin daneyan zêde nîşan bidin? Em navê jinên hatine kuştin yeko yeko bi raya giştî re parve dikin. Her hal Soylû naxwaze mirinên gumanbar bibîne. Bi mehan e her diçe hejmara mirinên gumanbar zêde dibin. Kiryarên mirinên gumanbar bi rihetî digerin. Mûsa Orhan, çawîşekî pispor e û Soylû wî diparêze. Her wiha kesê tiliya wî di kuştina Aleyna Çakirê de hebû, ji Soylû re gotibû 'Me biparêze.' Madem di warê cinayetên jinan de fikarên wan hene, nexwe pêşî bila kiryaran bigirin." 
 
‘BILA BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNIN' 
 
Torûn, dubare got ku pêdiviya wan bi beyanên Soylû tune ye û got: "Tenê em dixwazin qanûn pêk bên. Bila Soylû berpirsiyariya xwe pêk bîne. Madem ji ber cinayetên jinan û ji ber tahdeya tê kirin diêşin, nexwe çima heya niha derbarê esker û polîsekî de jî biryara mehkûmbûnê nehatiye dayîn, çima nehatine cezakirin?" 
 
‘BIKA KIRYARAN BIDARIZÎNIN' 
 
Torûn, bal kişand ser cinayeta Emîne Bûlûtê jî û got, di vê dozê de bi hinceta peywira xwe bi cih neanîne derbarê 4 polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê walî destûr nedabû. Torûn got: "Nahêlin derbarê kesên ku jinan naparêzin de lêpirsîn jî bên destpêkirin. Ev û mînaka Mûsa Orhan rasterast peyamek e. yanî dibêjin 'Polîs û esker sûcdar bin jî em ê nehêlin bên darizandin.' em daxuyaniya wezîrekî ku van peyaman dide qebûl nakin. Em jê abwer nakin. Pêşî bila kiryaran bidarizînin û peywira xwe bi cih bînin." 
 
 MA / Semra Tûran