Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin

  • jin
  • 14:10 24 Mijdar 2020
  • |
img
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. Ji Dayikên Ayştiyê yên li ber Postexaneya Fatîhê kom bûn Perîhan Akbulut, diyar kir ku wan bi salan ji bo mirov nemirin bang kirine û wiha berdewam kir, "Îro girtîgeh tijî kirin. Jin li kolanan tên qetilkirin. Komeleyên jinan tên girtin. Ev dewlet ji jinan çi dixwaze. Civaka ku jin tê ne azad be ew jî ne azad e.  Em aştî û wekheviyê dixwazin."
 
'EM Ê MAFÊ XWE BIPARÊZIN'
 
Perîhanê diyar kir ku wan name ji girtiyên jin re şandine û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Heta ku ew jin girtî bin wê tu aştî pêk neyê. Wan tenê mafên xwe û nasnameya xwe parastine. Bi hezaran jinên nexweş ên girtî hene .Jinên ku bi zarokên xwe re hatine girtin hene. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin û mafên xwe biparêzin."
 
Dayikan piştî daxuyaniyê, ketin avahiya postexaneyê û kartên amadekiribûn, ji girtiyan re şandin.