Têkoşîna jinan nîqaş kirin

  • jin
  • 13:17 24 Mijdar 2020
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a HDP’ê û Berdevka Jinan a Partiya Keskan a Almanyayê Rîcarda Lang di civîna onlînê de, derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan fikir û ramanên xwe parve kirin.  
 
Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Jinan a Partiya Keskan a Almanyayê Rîcarda Lang di civîna onlînê de, derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan fikrên xwe parve kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca, Parlementera Mûşê û Endama Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên Komîsyona Jinan a HDP’ê Feray Mertoglû, Medîha Yuksel, Semîha Şahîn û Nûnera HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret, bi parlamentera Partiya Keskan a Elmanyayê û Berdevka Jinan Rîcarda Lang re bi rêya onlinê civiyan. 
 
Di civînê de qala nêzikatiya Elmanya û Tirkiyeyê ya li hemberî Peymana Stenbolê, polîtîkayên rê li ber şîddeta li ser jinan vedike, li Tirkiyeyê têkoşîna jinan, jinên koçber û penaber ên ku tecawizî wan tê kirin û meşrûbûna îstîsmara zarokan hate kirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran qala girîngiya têkoşîna enternasyonal kir. Di civînê de parlementera Partiya Keskan a Elmanyayê û Berdevka Jinan Rîcarda Lang jî diyar kir ku di warê têkoşîna jinan a enternasyonal de ew jî li ser fikra wan e û ji bo planên çalakiyan ew amade ne.
 
Hate diyarkirin ku wê civînên li ser online bi jinên ji saziyên din re bidome.