Rapora ÎHD’ê: Li Herêmê 42 jin hatin kuştin

  • jin
  • 13:17 24 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora herêmê ya di navbera 25'e Mijdara 2019 û 25'ê Mijdara 2020'an de aşkere kir û diyar kir ku li herêmê herî kêm 42 jin hatin qetilkirin û 35 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, rapora herêma Başûr û Rojhilatê Anatoliya (Bajarên herêmê) ya têkildarî tundiya li dijî jinê ya di navbera 25'e Mijdara 2019 û 25'ê Mijdara 2020'an de li avahiya Komeleya ÎHD'ê ya Amedê aşkere kir. Komîsyona Jinan a ÎHD'ê  diyar kir ku li herêmê herî kêm 42 jin hatin qetilkirin û 35 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
JIN Û ZAROK DI HEDEFÊ DE NE' 
 
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgi Sila Demir daxuyanî xwend. Ezgî Sila Demîr, anî ziman ku di dîrokê de jinên li çar aliyê cîhanê têkoşîna wekhevî û azadiyê didin, ji aliyê hişmendiya mêr ve dibin hedef û wiha got: "Li Rojhilata Navîn ku bûye qada şer, herî zêde jin û zarok dibin hedef. Di nava salek borî de her rojê 3 jin hatine kuştin. Dema jin dixwaze hevjînê xwe berde, an ji aliyê hevjînê xwe ve an jî ji aliyê bav û birayê xwe ve tên kuştin. Tundiya li nava malê li malê dibine. Der barê vê yekê de doz nayên vekirin û nabin darazê. Tundiyê di nava hundirê malê de bi sînor dikin. Dema dozê dibin darazê jî kujer bi sedemên 'Halê baş' cezayê wî tê kêmkirin. 
 
‘KUJER Û BERSÛC JI BER NAYÊN CEZAKIRIN CESAETÊ DISTÎNIN' 
 
Demîr, anî ziman ku ji ber tacîzkar, tecawizkar, kujer û bersûc ji ber nayên cezakirin cesaretê distînin û hêza xwe ji mertalê zirxî yê darazê distînin. Demîr, bal kişand ser bersûc Zaynal Abarakov û Musa Orhan û wiha got: "Abarakov û Orhan mînakê herî dawî ne. Faill ji ber nayên cezakirin hêz û cesaretê distînin. Hukmên Peymana Îstanbul li ber çavan nayên girtin û bersûc nayên cezakirin."  
 
'42 JIN HATIN QETILKIRIN' 
 
Demîr daneyên di navbera 25'ê Mijdara 2019 û 25'ê Mijdara 2020'an ên li Herêma Rojhilat û Başûrê herêmê parve kir û wiha got: "Li bajarên herêmê di nava salekê de 42 jin hatin kuştin. 33 jin jî di encama “întiharê” de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 35 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya Tirkiye rewş bêtir xerab e. Divê rayedarên dewletê û darazê dest ji polîtîkayên bêcezakirinê berdin. 
 
Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Gurbet Yavuz jî anî ziman ku 27 jin di encama tundiya nava malê de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Di encama tundiya nava malê de 39 jin birîndar bûn. Di encama tundiya civakê de 15 jin hatin kuştin û 10 jin birîndar bûn. 16 jin jî bi tundiya zayendî re rû bi rû man. 35 jin bi awayekî guman hatin kuştin. Li bajarê herêmê herî zêde li Wan 6 û Amedê  6 jin hatin kuştin. Di encama tundiya civakî de jî 9 jin li Amedê hatin kuştin. 29 jin bi çekan hatin kuştin. 8 jin bi amûrê birînê (jêkirinê) hatin kuştin. 4 jin jî bi lêdanê hatin kuştin."