Çîroka têkoşînekê: Dayika Fatê

  • jin
  • 10:29 24 Mijdar 2020
  • |
img

WAN – Fatma Taşli li hember tundî û zextên pê re rûbirû maye bi pirsa “ez çima vî derdî dikişînim” serî radike û piştî xwendin û nivîsandinê hîn dibe jiyana dinivîsîne û dike pirtûk û bi pêşkêşiya bernameyek televîzyonê jî ji têkoşîna jinan re dibe mînak. 

Li gelek herêmên Kurdistanê û Tirkiyê zewaca di temenê zarokatiyê û bi darê zorê hêj berbelav e û ev pirsgirêk didome. Zewaca di temenê zarokatiyê de bi piranî derveyî riza kes bi biryara mezinên malbatê pêk tê. 
 
Fatma Taşli (53) yek ji wan jinan e ku di temenê biçûkatiyê de hêj 16 salî bûye bi zilamek ku qet wî nedîtiye re ê zewicandin. Rêwitiya Taşli ji Amedê ber bi Mêrdînê ve dest pê dike û bi her cûre tundiyê re rûbirû dimîne û di 30 salê vê zewaca wê de 7 zarokên wê çêbûn. Taşli li dijî tundiyê bi têkoşîna xwe serî radike û xwendinê nivîsandinê fêr dibe. Piştî xwendinê û nivîsindinê jiyana xwe dinivîsîne û dike pirtûk. Taşli gund bi gund digere û ji bo Stêrk TV bernameya “Jiyana Dayikan” çê dike. Bi pêşkêşiya vê bernameyê di mijara têkoşîna jinan de mînakek li ber çav e. Li derdora xwe jî wek “Dayika Fatê” tê nasîn û ji me re qala jiyana xwe kir. 
 
DI HUNDIRÊ HEMAN MALÊ DE DU BIYANÎ
 
Taşli destnîşan kir ku hêj ew 16 salî bû bi darê zorê bi kesê nas nedikir re hat zewicandin û wiha got: “30 sal in ez zewicî me. Ne ez ne jî wî me dixwest em bi hev re bizewicin. Em di hundirê malekê de wek du kesên biyanî bûn. Heke du kes ji hev nekin, zehmet de parvekirina di hundirê heman malê de. Ez li Amedê çêbûme û mezin bûme, ew jî li Mêrdînê. Çand, edetên me ji hev cuda bûn. Ji ber vê yekê min û wan li hev nedikir. Ez gelek caran bi tundiyê re rûbirû mam û vê demek dirêj dewam kir. Rojek min ji xwe pirsî û got ‘çima ez vî derdî û êşê dikişînim.’ Wî tundiyê li min dikir, min jî bersiva wî dida. Dema min bersiva wî da tundiya fizîkî bi dawî bû. Pişt re ez gelek poşman bûm. Min ji xwe re digot ‘çima heta niha ez bi vê tundiyê re rûbirû mam, çima min vê helwesta xwe berê nîşan neda.’ Piştî zarokên min jî mezin bûn û hêz dan min, min vê carê serî rakir.” 
 
EW ZAROKAN MEZIN DIKE 
 
Taşli diyar kir ku ew ji bo zarokên xwe dev ji hevjînê xwe bernedaye û got: “Carna ez difikirîm ku malê terk bikim, lê ez difikirîm ku zarok li malê ne û rewşa min aborî nîne li wan binêrim. Heke min dest ji zarokan berda û biçûma mala bavê xwe wê çaxê jî wê tişta xerabtir derketa pêşiya min. Ji ber vê yekê ez li wir mam û min zarokên xwe mezin kir. Min bi zehmetiyên mezin zarokên xwe mezin kir û wan da xwendin. Bavê wan bi tu tiştekî re eleqedar nedibû. Li malê her tim xirecir hebû. Zarokên min dibistanên xwe qedandin lê bavê wan tu destekê neda wan. Zarokên min her tim dibêjin ‘baş e ku tu dayika me yî.’ Min jiyanek û zewacek bi zor û zehmet dît.” 
 
XEM Û KULÊN XWE BI HELBESTAN VEDIBÊJE 
 
Taşli piştî ku zarokên wê diçin dibistanê ew jî bi wan re dest bi nivîsandin û xwendinê dike û diyar kir ku wê beriya niha bi 10 salan dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye. Taşli da zanîn ku wê pirtûkek helbestan nivîsandiye û pirtûkek jî li ser jiyana jinek ciwan a li Dêrikê dijî çîroka wê nivîsindiye û her wiha li ser jiyana xwe jî nivîsandiye. Taşli got wê bi nivîsandin û xwendina helbestan xwestiye hêrsa nava dilê xwe birêje û kul û xemên xwe ji bîra bike. 
 
KEZIYÊN PORÊ XWE KIR NAVÊ PIRTÛKA XWE 
 
Taşli da zanîn ku wê navê “Kezî” li pirtûka xwe kiriye û beriya ew bizewice porê wê dirêj bûye, keziyên porê wê heta ser paniya piyê wê dirêj bûne û piştî ew zewicî ye ji bo bertek nîşanî di dema zewacê de hatine serê wê bide porê xwe jê dike. Taşli anî ziman ku piştî wextê wê zewicandine jî bi armanca protestoyê jî porê xwe qûsandiye lê kesî vê ferq nekiriye. Taşli diyar kir ku piştî ku hevjînê wê miriye 7s al in porê xwe dirêj kiriye û dike kezî û keziyên porê xwe û jiyana xwe bi helbestan aniye ziman û loma jî navê “Kezî” li pirtûka xwe kiriye. 
 
LI DIJÎ TUNDIYÊ BANG KIR 
 
Taşli her dawî bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê bang li tevahiya jinan kir ku li dijî tundî û kuştina li ser jinan bibin yek û têkoşîna xwe xurt bikin û destûr nedin tundî û kuştinan. 
 
MA / Ozlem Yayan