Profesorê bi tecawizê tê tawanbarkirin dê di 25'ê Mijdarê de bê darizandin

  • jin
  • 09:14 24 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE – Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî, tecawizî beytar Ç.B.'yê kiribû. Bîlgîlî û du kesên aliyê wî kiribûn dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Ser Jinê de bê darizandin. 

Li Enqereyê Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî ku tecawizî beytar Ç.B.'yê kiribû bi awayekî berdayî tê darizandin. Lê dê danişîna 4'an a dozê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 31'ê ya Enqereyê bê lidarxistin û dê Bîlgîlî û du kesên aliyê wî kirine cardin bên darizandin. 
 
Piştî bûyerê Prof. Bîlgîlî ji Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Enqereyê hatibû îxrackirin. Di îdianameya hatiye amadekirin de jî bi sûcê "êrîşa zayendî", "bi tahde û gefxwarinê binpêkirina azadiya kes", "gefxwarin" û "heqaretê" tê xwestin ji 5 salan heya 27 sal û nîvan ceza li Bîlgîlî bê birîn. 
 
Parêzera Ç.B.'yç Asli Arihan, bal kişand ser zor û zehmtiyên pêvajoya lêpirsînê û got: "Ev pêvajo nîşan da ku gava jin di êrîşên zayendî, taciz an jî yên din de mexdûr bibin, li mekanîzmayên edlî di warê wxeîfadekirinê de zehmtiyê dikişînin. Heta car heye divê jin îspat bike ku bi êrîşeke zayendî an jî tacizê re rû bi rû maye. Ev pêvajo dûr û dirêj dewam dike. Di dema pandemiyê de zehmtir bûye. Lê belê ji bo ev kes b ceza nemîne, divê jin gilî bikin û dozê jinan bişopînin." 
 
Arihan, anî ziman ku hemû êrîşên tahdeyî yên li jinan tên kirin binpêkirina mafan e û got: "Îcar tişta divê bê kirin ew e ku mekanîzmayên edlî baş bixebitin û piştgiriya jinan bê kirin." 
 
‘JIN HATIN CEM HEV DU' 
 
Parêzer Arihan, anî ziman ku ji roja lêpirsîn dest pê kiriye heya niha bi baldar tevgeriyane ku navê Ç.B.'yê neyê aşkerekirin û got: "Dozên civakiyî yên derbarê jinan de nû daxilî nav jiyana me bûne. Berê haya kesî ji dosyeyên werê çênedibû û bi piranî cezayê kiryaran dihat kêmkirin. Lê bi têkoşîna jinê re me ferq kir ku di asasê xwe de ev êrîş li tevahiya jinan tê kirin. Jin hatin cem hev du. Lê ne tiştekî hêsan e. Hêdî hêdî pêş dikeve. Me dît ku di dozên werê de tenê navê jinên bi tahdeyê, bi taciz û tecawizê re rû bi rû mane tê zanîn, şç navê kiryaran nayê zanîn. Lewma girîng e ku ji dêvla jina mexdûr, navê kiryar bê zanîn. Di dosyeya me de mexdûr hîn jî jiyana xwe didomîne, sedema vê jî ev e. Her wiha bi aşkerekirina navê kiryar, em pêşî li be rgelek mexdûriyetan jî digirin." 
 
DANIŞÎN DI 25'Ê MIJDARÊ DE YE 
 
Arihan, anî ziman ku nizanin dê bihêlin bê ka gel dikare beşdarî danişîna sibê bibe yan na, lê belê ji ber ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê ye, dixwazin gelek kes beşdarî danişînê bibin. 
 
MA/ Zemo Aggoz