Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne

  • jin
  • 09:07 24 Mijdar 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Endama Platforma EŞÎK'ê Tulîn Kesîktaş, bang li Meclîsê kir ku di çaçroveya 25'ê Mijdarê de ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê danişîneke taybet li dar bixe û peywira xwe ya venêranê pêk bîne.

Platforma Jinê ya Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ku li dijî gefên li Peymana Stenbolê tên xwarin ji hêla gelek rêxistinên jinan ve hat avakirin, di demeke kurt de di ser 500'î re pêkhateyên wê çêbûn. Dilxwaza Platforma EŞÎK'ê Tulîn Kesîktaş, behsa xebatên EŞÎK'ê û xebatên wan ên derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê kir. 
 
Kesîktaşê da zanîn ku Platforma EŞÎK'ê di 1'ê Tebaxê de hatiye avakirin, lê belê keda têkoşîna bi sedan salan a jinê kiriye kedeke hevpar û got: "Ev danehevî, gava gefên li ser mafên jinan dibin rojev, dibe têkoşîneke hevpar û berteka xwe nîşan dide."
 
Kesîktaşê, anî ziman ku li Tirkiyeyê mudaxileyî destkeftiyên têkoşîna jinan tê kirin û got, niha jî tê xwestin mafên bi sedan sal in bi têkoşînê bi dest ketine bên binpêkirin. Kesîktaşê ji bo vê jî bal kişand ser mafê nefeqeyê, guherandina qanûna zewca di umrê biçûk de, qanûna 6284'an û Peymana Stenbolê hwd. 
 
Kesîktaşê got: "Ji ber pandemiyê em civînên xwe her hefte bi awayekî onlayn dikin. Pêşî em li ser polîtîkayên ku dê karibin pêşî li ber şidetê bgirin û destkeftiyên jinan dorfireh bikin disekinin û dixebtin. Me bi pêkhateyên xwe 12 komîsyon ava kirine. Ev komîsyon di warê meclîs, saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî de xebatên derbarê jinan de dikin. Her wiha derbarê mafê nefeqeyê û Peymana Stenbolê de komîsyoneke me ya akademîsyenna heye. Ev komîsyon jî ji bo hayjêhebûnê zêde bike dixebite." 
 
'EM BÊDENG NEMAN'
 
Kesîktaşê diyar kir ku kampanyaya EŞÎK'ê ya derbarê Peymana Stenbolê de li gelek deverên cîhanê deng vedaye û piştgiriya wê tê kirin. Kesîktaşê destnîşan kir ku ev tiştekî pri girîng e û got: "Ev yek em dilxweş kirin. Ji lewra em rêxistinên jinan tu carî ji bo gefên li peymana Stenbolê tên xwarin bêndeng neman." 
 
BARÊ JINAN GIRAN BÛ 
 
Her wiha Kesîktaşê bal kişand ser raporên ku ji aliyê pisporên GREVIO'yê ve tên amadekirin jî û got, peywira meclîsê jî ew e ku van raporan wergerîne tirkî û divêtiyên tê de cih digirin pêk bîne. Kesîktaş got: "Heger peyman pêk neyê wê pêşî li ber şidetê neyê girtin. Demildest berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Di dema pandemiyê de jin bêtir bi tahdeyê re rû bi rû man. Barê jinên li malê dixebitin zêde bû. Li Îzmîrê piştî erdhejê barê jinan girantir bû." 
 
BANG LI MECLÎSÊ KIR 
 
Kesîktaşê got: "Em bang li meclîsê dikin ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Rojê Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jin, danişîneke taybet li dar bixe û ji bo Peymana Stenbolê pêk bê peywira xwe ya venêranê pêk bîne. Parlementer her roj diaxivin. Em diwazin wê rojê maskeyên li ser 'Peymana Stenbolê Jiyan e' bi kar bînin û ji bo me, pêşîlêgirtina şidetê bikin rojev. Tahdeya li jinê tê kirin binpêkirina mafan e. Îşkenceyeke sîstematîk e. Sûc e, li dijî mirovahiyê."
 
MA / Sevda Aydin