‘Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan ne guherîn’

  • jin
  • 09:07 24 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Gursoy, diyar kir ku ji bo ku ew li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan têbikoşin û wekheviya zayendî ya civakî belav bikin ketin rê û wiha got: “Êdî jin di malên xwe de ne di ewlekariyê de ne. Em dixwazin ji bo vê asta têkoşînê mezin bikin.” 

Tenê di 2 heftiyên dest pê kê yên meha Mijdarê de ku jin her roj li dijî tundiyê dadikevin qadan, 20 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Jinên ku di tevahiya salê de, li dijî êrîşê destkeftiyên xwe xeta têkoşînê honandin, bi platform û pêkhateyên nû rêya xwe dewam dikin. Êdî jin ji bo piştevanî û hêza xwe mezintir bikin, tên gelhev û hewl didin ji bo xwe qadên jiyanê yên nû ava bikin. Jinên li Mêrsînê bi vê wesîleyê, di 7’ê Mijdarê de Komeleya Jinan a Mîmoza vekirin. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza ya li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hat avakirin Çîgdem Goksoy, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, têkoşîna jinan û êrîşên li ser jinan ên li welat nirxandin. 
 
‘EM BINYADA CIVAKÊ NE’
 
Goksoy, diyar kir ku jin dixwazin bi nasnameya xwe ve hebin û wiha axivî: “Mafên me yên wekhev hene. Em dixwazin li her derê vî mafê xwe derbixin holê. Em binyada civakê ne. Lê her roj li cihekê jinek tê kuştin. Jin tên tacîzkirin û tecawîzkirin. Mafên me tên dizîn. Weke ku ev ne bes bê, pêvajoya pandemiyê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de gelek jin hatin tacîzkirin, tecawîzkirin û tundî li wan hat kirin. Di pêvajoyek wiha de pêdivî bi piştevaniya jinê heye. Ji bo ku em vê piştevaniyê mezin bikin û bi hev re bi hêz bibin em ketin rê.” 
 
'ROJÊN ME  HENE'
 
Goksoy, bal kişan ser armanca avakirina komeleya xwe û wiha got: “Komeleya ma xebatên bingehîn ên tundiyê û zayendiya civakî xistiye navenda xwe. Di civakê de, pênaseya tundiyeke qaba heye. Lê di rastiyê de pênaseyên derûnî, civakî û gotinî hene. Em dixwazin vê yekê ji jin û civakê re vebêjin. Bi vê yekê re, rolên me yên zayendî yên civakî hene. Em ê xebatên bingeha tundiyê û zayendiya civakî bandora xwe ji çi digire bi rêve bibin. Madeya sereke ya rêznameya me eve.” 
 
‘MAL NE BI EWLENE’
 
Goksoy, da zanîn ku ji pêvajoya pandemiyê herî zêde jin bi bandor bûn û wiha bilêv kir: “Di pêvajoya pandemiyê de, dest pê kê jin ji çav hatin derxistin û bêkar man. Pêvajoya ‘di malê de bimînin’ ji bo jinan veguherî zext û tundiya derûnî. Bi tundiya fîzîkî re tundiya derûniyê jî dest pê kir. Êdî rewş wisan bû, ewlekariya di malan de jî ji bo jinan nema.”
 
JI BO 25’Ê MIJDARÊ BANG
 
Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksoy, qala dîroka 25’ê Mijdarê û girîngiya rojê kir û ev bang li jinan kir: “Xwestin ku mirina Xwişkên Mîrabal weke qeza nîşan bidin. Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan qet ne guherîn. Wê demê komkujiyên jinan, weke qeza nîşan didan, îro jî hewl didin jinan sûcdar nîşan bidin. Bêyî ku em paşerojê ji bîr bikin, emê têkoşîna xwe ya pêşerojê dewam bikin. Em bi vê armancê ketin rê û me komeleya xwe vekir. Li şûna ku em hespî malan bên kirin, em ê li qadan biqîrîn û hebûna xwe dewam bikin. Ji bo ku yek din jî ji me kêm nebe, em banga têkoşînê li her kesî dikin. Em ê weke Komeleya Jinan a Mîmoza di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Em ê bi rengên xwe, bi coş, bi keyfxweşî, hêvî û berxwedana xwe li qadan bi qîrîn. Em bi vê boneye, hemû jinan vedixwînin qadan.” 
 
MA / Omer Akin