Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin

  • jin
  • 15:12 23 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Edeneyê û Stenbolê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê hatin şandin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Edenê û Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Tundiya Li Dijî Jinan, li postexaneyê ji jinên girtî re kart û pirtûkên piştevaniyê şandin. Endama Platoforma Jinan parêzer Sevîl Araci Bek li ber postexaneyê axivî û diyar kir ku ew bi jinên girtî re di nava piştevaniyê de ne û jin li girtîgehan bi pirsgirêkan re rûbirû ne û ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dê têbikoşin. 
 
STENBOL
 
Tevgra Jinên Azad jî li Stenbolê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê şandin. Jin li ber Postexaniya Taksîmê li hev kom bûn û soza piştevaniya bi jinên girtî re dan û pişt re ji bo girtiyan kartan rê kirin.