33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin

  • jin
  • 09:03 23 Îlon 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Hatûn Koç a ji ber şidet û tehdeya lê hatiye kirin 33 caran giliyê hevjînê xwe yê berê Ozkan Yarbî kiriye, lê belê hem bibêje giliyên wê hemû bêbersiv hatine hiştin. Herî dawî Yarbî bi tivingê êriş biriye ser Koç û hatiye girtin, lê belê çendî ku girtiye hîn jî gefan lê dixwe.   

Hatûn Koç, ji ber tehde û şideta lê hatibû kirin dev ji hevjînê xwe Ozkan Yarbî berdabû û berê 33 caran giliyê Yarbî kiribû. Koç ewilî di sala 2013'an de giiliyê Yarbî kiriye û ji 33 giliyên wê der barê 20 heban jê de lêpirsîn hatie destpêkirin û ji bo 13 heban jê jî hatiye gotin "şideta navmalê" û hatiye xwestin li hev du bên. Lê belê 20 dosyeyên din jî piranî bi "neşopandinê" bi dawî bûne. Tenê der barê çend heban de ceza hatiye birîn. 
 
Piraniya cezayên hatine birîn jî hatine taloqkirin û 9 caran jî der barê Yarbî de "tevdîra edlî" hatiye girtin û ji malê hatiye dûrxistin. Yarbî herî dawî di 29'ê Gulana 2019'an de bi tivingê êrîş biriye ser Koçê. Piştî vê hatiye binçavkirin û Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrsînê ew girtiye. 
 
Parêzerê Koç, Gazî Încî, anî ziman ku çendî ku gilî hebûne jî 33 lêpirsîn bê encam mane. Încî, diyar kir ku kiryar Yarbî berê jî êrîş biriye ser muwekîla wî û li devereke nêzî şahdamarê ew birîndar kiriye û got: "Ligel van tiştan hîn jî doza me di navebra 'hewldana kuştina bi qesdî' û 'birîndarkirinê' de diçe û tê. A rast di vê derê de kifş e ku daraz qet guh nade bûyerên şidetê yên jinê û bi awaykî cidî nêzî wan nabe." 
 
HÎN JÎ GEFAN DIXWE 
 
Încî got: "Sûcdar hîn jî bi awayekî girtî tê darizandin. Lê tişta ecb ew e ku bi gelek sûcan tê darizandin û der barê wî de gelek sûc hene, lê belê hîn jî li dadgehê gefan li muwekîla min dixwe. Li ber çava ye ku bê kiryara bixwe jî çi qasî girîngiyê dide darizandinê. Li ber çava ye ku bê darizandinên bi vî rnegî çi qasî biehmiyet tên kirin!" 
 
MA / Omer Akin