TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin

  • jin
  • 15:53 22 Îlon 2020
  • |
img
EDENE – TJA’yê li Edenê starta kampanya xwe ya “Em Xwe Diparêzin” da û got, ‘Em jği DAIŞ’ê netirsiyan, em ji we jî natirsin” û banga piştgiriya kampanyayê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Edenê starta kampanya xwe ya “Em Xwe Diparêzin” bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Avahiya HDP’ê ya Bajar da. Jin bi kincên herêmî tevlî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de pankartên mîna “Em xwe diparêzin”, "Jinên ciwan li pêşeroja xwe xwedî derdikevin em diparêzin" û "Jin jiyan e, jiyanê nekûjin” hatin vekirin. 
 
DÎROKA JINAN DÎROKA BERXWEDANÊ YE
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Ozbey ku bi daxuyaniya da strata kampanya wan a li bajar da, diyar kir ku bi têkoşîna xwe ya li dijî êrişên li ser jinan destkeftiyan bi dest xistine û bi van destkeftiyan xwe gihandina van rojan û wiha got: “Beranberî vê têkoşînê bi dehan hikûmet hatin û çûn; di dîrokê de hatin binaxkirin. Qereqolên dewletê bûne îşkencexane û navenda tecawizê. Polîtîkayên revandin, cînayetên faîlên wan diyar, şewitandina gundan, koçberkirin û sirgûnê bê navber domiyan. Lê me terka têkoşînê nekir. Netirsiyan, hê bêtir xwe li qadan parast. Dîroka me dîroka berxwedanê ye.” 
 
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADÎ’ 
 
Di berdewamê de Ozbey, bal kişand ser tecrîdê û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Me li dijî tecrîdê azadiyê û li dijî şer aştiyê parast. Me hemû komkujî û zextan derbas kir û heta van rojan hatin. Îro jî em dibêjin, ‘Em natirsin, ji zihniyeta serwer a zilam û rejîma AKP-MHP’ê re îtaet nakin’. Li dijî her cûre êrişê em xwe diparêzin.Em hemû mafên xwe diparêzin. Em ji DAIŞ’ê netirsiyan; ji we jî natirsin. Weke encam em bang li jinên kurd û tirkiyeyî dikin ku xwedî li kampanya me derkevin.”