6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan

  • jin
  • 16:25 21 Îlon 2020
  • |
img
ÊLIH – Li Êlihê 6 jinên endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya kampanya TJA’yê ya “ Em Xwe Diparêzin” de hatin gel hev û qurdeya mor a li ser “Peymana Stenbolê didin jiyandin” nivisandî daleqandin, hatin binçavkirin. 
 
Li Êlihê, jin di çarçoveya Kampanya Tevgera Jinên Azad (TJA) a “ Em Xwe Diparêzin” de hatin gel hev û li dijî vekişandina Hikûmetê ya ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin. Jinên endamê Meclisa Jinan û Meclisa Jinên Ciwan ên HDP’ê, li Parqa Şerzan Kûrt qurdeya mor a li ser “Peymana Stenbolê didin jiyandin” nivisandî daleqandin. Dema çalakiyê polisan 6 jinan asnteg û binçav kirin. 
 
Polisan, li her şeş jinan cezayê pereye îdarî birî wan berda. Nave jinên ku hatin binçavkirin û cezayê pereye îdarî li wan hat birîn wiha ye: “Şehrîban Aydin, Seher Aksoy, Gulistan Sonuk, Kezban Kûday, Zîlan Kaya û Bermal Can.”