Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin

  • jin
  • 16:10 21 Îlon 2020
  • |
img
ANTALYA – Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê Dûygû Çelîkten a 13 roj in winda ye cenazeyê wê li qada daristanê veşartî hat dîtin. 
 
Li navçeya Mûratpaşa a Antalyayê Dûygû Çelîkten (30) a dayika 2 zarokan 13 roj bûn winda bû. Cenazeyê Çelîkten li qada daristanê bi awayek veşartî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Çelîkten bi amûrek birînê hatiye qetilkirin. Hat zanîn ku derbarê Velî U. yê hevalê Çelîkten berê de têkildarî mirinê biryara girtinê hatiye derxistin.