TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin

  • jin
  • 15:20 21 Îlon 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Aktîvîstên TJA’yê li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin û diyar kirin ku ew ê li dijî her cûre êrişan xwe biparêzin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin. Kampanya li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê hat destpêkirin. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulbahar Şofer û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Aktîvîstên TJA’yê Nûr Aytemûr diyar kir ku êrişên li ser jinan didomin û got: “Li dijî êrişên di sedsala dawîn de, me bi xweparastinê xwe parast. Li hemberî vê berxwedanê gelek hikumet derbas bûn û hilweşiyan. Gelek êriş li ser jin anû gelê kurd hatin kirin. Em netirsiyan û em bêtir daketin qadan. Bi kampanyaya ‘Em çanda destdirêjiyê derbas bikin, civaka demokratîk ava bikin’ li dijî destdirêjiyê derketin. Lê êdî destdirêjî wekî çandekê li ser ax, av, xweza û ziman belav dibe. Li dijî van êrişan me xwe bi rêxistin kir û em gihiştin asta berxwedana xweparastinê.Em jiyanê ava dikin, tecrubeyên me xweparastina me ye, hevserokatî xeta me ya mor e. Em li dijî feraseta mêrserwer, dewlet û rejîma AKP û MHP’ê stûyê xwe xwar nakin. Li dijî her cûre êrişan em xwe biparêzin."