Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin

  • jin
  • 09:01 21 Îlon 2020
  • |
img
STENBOL – Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel da zanîn ku êrişên li dijî jinan zêde bûne veguherîna qirkirina zayendê û li dijî vê xweparastin girîng e û divê hemû jin rêxistina xweparastinê bikin. 
 
Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel êrişên li ser jinan di demên dawî de zêde bûne ji ajansa me re nirxand.      
 
Guzel diyar kir ku ew pir eşkere dibînin ku jin li Tirkiyê bi qirkirina cinsî re rûbirû dimînin û got: “Hema bêje her roj jinek ji aliyê zilaman ve tê qetilkirin. Jixwe dibêjin ‘tiştek bi min nayê” û êrişan zêde dikin û jinan dikujin. Çimkî li vî welatî her tiştî ji bo zilaman asayî dibînin. Tevî ku sûc dikin jî di nav xelkê de digerin. Vî cesaretî ji kî digirin? Ji zîhniyeta serdest a li dijî jinan vê digirin. Pergala serdest a zilam li ser keda jinê xwe birêve dibe û serweriya xwe didomîne.” 
 
‘JIN TIRSÊ DIŞKÊNIN’   
 
Guzel bal kişand ser hêrsa jinan a li dijî êrişan û got: “Zextên pir giran li ser jinan hene. Lê hêrsek pir baş û hêja ya jinan heye. Jin dîwarên zilmê û tirsê yek bi yek hildewşînin û ji jiyana xwe dest bi azadiya xwe kirin. Her wiha dixwazin azadiyê di jiyana jinan hemû de ava bikin. Polîtîkayên îqtîdarê yên li dijî jinan yek bi yek li hember têkoşîna jinan pûç dimînin.” 
 
‘DIVÊ JIN XWEPARASTINA XWE BI RÊXISTIN BIKIN’ 
 
Guzel bal kişand ser xweparastina jinan li dijî êrişan û wiha got: “Ji îro pêve tişta ji bo jinan pêwîst û girîng xweparastin e. Pêwîste jin hemû li dijî êrişan û tundiyê li derdora xweparastinê bibin xelek û xwe bikin yek. Em dibînin ku li gelek deverên dinyayê jin bi rêbaz û rêxistinkirinê li dijî tundiyê derdikevin. Em ê bi her awayî mafên xwe hemû biparêz in. Jin li dijî van êrişan dest ji kolan û meydanan bernadin û em ji bo jiyan û mafên xwe li her deverê parastina me hevpar e. Kargehên me yê xweparastinê bawerî dide jinan û wan tîne cem hev. Pêwîste jin hemû xweparastina xwe bi rêxistin bikin.”
 
MA / Semra Tûran