‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’

  • jin
  • 15:01 20 Îlon 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgên Yeşîlbogaz, di bîranîna xwendekara zanîngehê Feray Şahîn a ji aliyê polîsekê ve hat qetilkirin de axivî û got: “Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin.”
 
Xwendekara Avahîsaz a Hundir a Zanîngeha Toros a Mêrsînê Feray Şahîn a 23 salî di 19’ê Îlona 2018’an de, ji aliyê karmendê polîs Fatîh Bûrak Aykûl ve li malê hatibû qetilkirin. Jinan li parka navê Feray Şahîn lê hat kirin, daxuyanî dan çepemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Feray edalet, bila cînayetên jinan bi dawî bibin” hat vekirin. 
 
HER SAL 450 JIN TÊN QETILKIRIN
 
Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz beşdarî daxuyaniyê bû û got: “Li Tirkiyeyê her sal 450 jin tên qetilkirin. Ger qanûn bên bi cih anîn ne qatil, wê mafê jinan bê parastin. Divê Peymana Stenbolê neyê betal kirin, bê bi cih anîn. Ger peyman bê betalkirin, wê cînayetên jinan bên meşrûkirin. Divê polîtîkayên jinan bidin jiyîn, nedin kuştin bên bi rêve birin.”