‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’

  • jin
  • 09:08 19 Îlon 2020
  • |
img
AGIRÎ -  Berpirsyara Bajar a ÛCÎM’ê ya Agiriyê Sumeyye Goksû, diyar kir ku berteka li dijî kuştina jinan a li Agiriyê kêm dimîne û ji kuştinên jinan ên li bajar ew hemû berpirsyar in. 
 
Dozên tundî û cînayetên li dijî jinan, bi bêcezahiştin û daxistina ceza bi encam dibin. Ji roja ku AKP-MHP’ê Peymana Stenbolê ji nîqaşê re vekirine ve li Agiriyê 7 jin bim awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Berpirsyara Bajar a Komeleya Têkoşîna li dijî Îstismarkirina Zarokan (ÛCÎM) a Agiriyê Parêzer Sumeye Goksû, diyar kir ku her çiqas ji bo jinên dimirin bê gotin, “Întihar kiriye” jî di rastiyê de ji aliyê hin kesan ve tê kuştin û wiha got: “Di pişt intihara jinan de civak heye. Civak jinan sewqî întiharê dike.”
 
MIRINÊN JINAN ÊN BI GUMAN ÊN LI AGIRIYÊ
 
Goksû, derbarê mirinên bi gumanan ên jinan ên li bajar de axivî û ev tişt gotin: “Rewş ne tenê ya jinan ku bibêjin, ‘Pirsgirêk jiyam, ez ê întihar bikim’. Jin sewqî întiharê tên kirin. Zexta zilam, malbat, paşguhkirin û hîskirina kêmbûnê bandor li întiharan dike. Piştî demekê jina jiyana xwe pir erzan dibîne. Dema ku ev hemû tên gel hev jin întiharê weke çare dibîne. Li devereke mîna Agiriyê, jin saziyên dewletê yên ku diçinê û dixwazin têkoşîn bidin hemû zilam in. Di rewşeke wiha de cihekî jin biçe tuneye, tenê dimîne ku dawî li hebûna xwe bîne. Li bajar bertekên li dijî kuştinan jinan gelek kêm in û ev jî dibin sedem ku ser cînayetên jinan bê girtin. Cînayetên li bajara pir di çapameniyê de cih nagirin. Em hemû sûcdar in. 
 
‘DI NAVBERA JINÊ Û CIVAKÊ DE DÎWAR HENE’
 
Di berdewamê de destnîşan kir ku zextên li ser jinan ne ew zextên k udi rojekê de dertên holê û wiha pêde çû: “Jin ji bûyîna xwe heta ku întihar dike di bin zextê de ye. Pirsgirêkên ne ji kesên derdora xwe nikare ji dayika xwe re jî bibêje. Di navbera jin û civakê de dîwarên micid hene. Ev jî dibe sedem ku dîwarên micin bikevin navbera wê û dayika wê jî. Mixabin întihar ji bo jinê dibe rêyeke çareseriyê. Divê weke xelaskirin jinê neyê fêmkirin. Ji ber ku Peymana Stenbolê nayê pêkanîn jin bê parastin dimînin. Bi pêkanîna peymanê re dê teqez jin bên parastin.”
 
MA / Ozlem Yayan