Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê

  • jin
  • 12:06 18 Îlon 2020
  • |
img
EDENE - Komîteya Têkoyîna Cûdakarî û Wekheviyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbul. Platforma Jinan a Îskenderunê jî bang li hemû partiyên li meclîsê kir û xwest di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de Nexşerê/Plana Çalakiyê ya hevpar amade bikin. 
 
Komîteya Têkoyîna Cûdakarî û Wekheviyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (PACE) (Committee on Equality and Non-Discrimination), têkildarî Peymana Stenbolê ku Tirkiye ji niqaşê re vekir daxuyaniyek nivîskî da û piştgirî da peymana Stenbolê. Komiteyê piştî konferansa bi vîdeo ya 11'ê Îlona 2020'an daxuyanî da û diyar kir ku Peymana Îstanbul ji bo hemû jinên cîhanê ji tundiyê biparêze peymana herî berfireh e. 
Komiteyê bang li hemû dewletên endam, hemû parlamenterler, civakên sivîl, rêxistinên neteweyî û herêmî kir û xwest di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundila li Ser Jinan li gorî Peymana Îstanbul tev bigerin û li gorî peymana Îstanbulê gavan bavêjin. 
 
Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê ku Pêkhateya Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê ye Prz. Mehtap Sert jî piştgirî da daxuyaniya Konîteya Konseya Ewropa û bang li hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li meclîsê kir û xwest piştgiriyê bidin peymanê. Berdevka Platformê Sert xwest hemû xalên Peymana Îstanbulê di 25'ê Mijdarê de têxin meriyetê û ji bo vê yekê gavên şênber  bavêjin.