Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be

  • jin
  • 10:18 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

DERSIM - Xwişka Gulîstan Doku Aygul Doku, diyar kir ku Waliyê berê Tuncay Sonel ji wan re gotiye, “Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be” û got: “Dozgerê me pê re hevdîtin kir jî, ji me re got, li sedî 99 Gulîstan di bendavê deye. Lê ligel vê yekê jî xebatên lêgerînê hatin rawestandin.” 

 
Ji 5’ê Çileyê ve xwendekara Zanîngeha Munzûrê ya 21 salî Gulîstan Doku windaye. Wezareta Karê Hûndir xebatên lêgerîna Doku rawestandin. Her çiqasî di rojên dawî de, agahiyên ku rewşa bûyerê bi guherîne derketin holê jî, di dosyeyê de tu pêşketin tuneye. Xwişka Doku Aygul Doku, bertek nîşanî van nêzîkatiyên rayedaran dan. 
 
'DOZGER DIBÊJE JI SEDÎ 99 DI AVÊ DEYE’
 
Xwişka Doku, diyar kir ku piştî Walî Tûncay Sonel vekişandin navendê, xebatên lêgerînê hatin bi dawî kirin û wiha axivî: “Duh min hevdîtin bi Serdozgeriyê Dersimê re kir. Ji min re got, ji sedî 99 Gulîstan di bendavê deye. Madem xwişka min di avê deye, wê demê çima xebatên lêgerînê rawestandin? Wê demê emê çawan bawer bikin ku keça me di binê avê deye? Yanî emê çawan keça xwe di binê avê de bihêlin û biçin mala xwe?”  
 
'GULÎSTANA ME BIDIN ME’
 
Dokû, da zanîn ku gelek pirsên heyî bê bersiv hatin hiştin û wiha  got: “Ne dîtina  keça me, bimuemaye û rawestana xebatên lêgerînê muemayek hîn cudatire. Ji roja dest pê kê ve ez dibêjim Gulîstan întîhar nekiriye, hatiye kuştin. Lê dozger û rayedarên ewlehiyê, dibêjin ku danayên di destê wan de, wan ber bi avê ve dibin. Ez her roj li ser van danayên wan diçim ser pirê. Em vê yekê dixwazin; Wê demê bila keça me derbixin û bidin me.” 
 
'EM MIJÛL KIRIN’
 
Dokû, da zanîn ku Waliyê berê Sonel soza ku dê xwişka wê Dokû bibîne jê re daye û wiha bilêv kir: “Walî Sonel ji min re soz da ku wê xwişka min bibîne. Midurê ÎŞKUR’ê Ozdemîr Aktaş, ji bo ku em raya giştî ava nekin hişyarî da me. Aktaş j imin re got, ‘Bi gel û çapemeniyê re ne axive. Bi kesekê re ne axive. Bêdeng be. Bila têkiliya te bi çapemeniyê re tune be. Tenê baweriya xwe bi Tûncay Sonel bîne. Wê Gulîstan bide te.’ Me xwest em biçin Enqerê, lê destûr nehat dayîn. Ji me re gotin, ‘ençin Enqerê, aram bin. Sebir bikin.’ Ji me xwestin ku em baweriya xwe bi Tuncay Sonel bînin. Me jî bawer kir û me wisan fikirî ku wê cenazeyê keça me bidin me. Lê dema em îro li rewşê mêze dikin, heya niha em hatine mijûlkirin.” 
 
'GELEK MIROV HENE KU BÊN DARIZANDIN’
 
Dokû, dest nîşan kir ku Waliyê nû Mehmet Alî Ozkan wê dosyeya Gulîstan ji nû de bigire dest û wiha pê de çû: “Heya ku em keça xwe nebînin emê ji vê derê neçin. Em nikarin qebûl bikin ku keça me hatiye kuştin. Bêyî ku tiştek hebe çima wê keça me întîhar bike? Berî ku Gulîstan winda bibe, gelo çima Engîn Yucel, li Zaînal Abarakov û hevjîna xwe dixe? Wê şevê nepeniya hebû, çi bû? Gelo Gulîstan wê şevê, di wê malê de çi hîn bû? Gelo çima wê şevê ronî nakin? Zaînal dibêje, şeva ku Gulîstan winda bû, diçe li parkê lê digere. Miduriyeta Polîsan jî dibêje, ekîbên taybet ne çûne. Lê Engîn Yucel, diyar dike ku ew ê çûyîna Zaînal a parkê ispat bike. Engîn Yucel di îfadeyên xwe de, vê gotinê vale nabêje. Divê ev agahî bê lêkolîn kirin. Yanî di dosyeya Gulîstan de gelek mirov hene ku bên darizandin.” 
 
BANG LI JINAN KIR
 
Dokû bang li hemû jinan kir û wiha got: “Destûr nedin ku Gulîstan bi vî awayî bê windakirin. Divê hemû kes bibin dengê Gulîstanê.”