'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’

  • jin
  • 10:17 8 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Dildara Sîwana Mor Ayşegul Ozadak kuştina Zeynep Topal nirxand û diyar kir ku dewlet û sitargeh ne jinan zilam û zîhniyeta wan diparêz in û eşkerekirina cihê sitargehê li gorî qanûnan sûc e.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê Osman Topal hevjîna xwe Zeynep Topal (27) qetil kiribû. Zeynep Topal a ku tundî ji aliyê Osman Topal ve lê tê kirin û ji tundiyê direve û 2 meh berê diçe Stenbolê. Piştî serî li qereqaola polîsan dide li sitargehek bicih bûbû. Osman Topal diçe Stenbolê û hîn dibe ku Zeynep Topal li sitargehê dimîne û wê digire û tîne Kanîreşê û qetil dike. 
 
Dildara Weqfa Sitargeha Jinan a Sîwana Mor Ayşegul Ozadak kuştina Topal nirxand û diyar kir ku ew bi kuştina Zeynep Topal a xwestiye xwe ji tundiyê rizgar bike gelek xemgîn bûne û ev yek hêrsa jinan zêdetir dike. Ozadak anî ziman ku kuştina Topal ji polîtîkaya bêcezakirinê neserbixwe ye û kesên ku sitargehê bi kujer re dane nasîn bêceza tên hiştin û ji ber vê yekê bûyerek wiha bi rehetî pêk tînin. 
 
‘EŞKEREKIRINA CIHÊ SITAREHÊ SÛC E’
 
Ozadak da zanîn ku Peymana Stenbolê û xala hejmara 6284’an ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan e û got: “Wek ku têzanîn ev yasa nayên sepandin. Her wiha dixwazin vê yasayê ji holê rakin. Dewleta ku vê yekê dike ne jinan zilaman diparêz e. Li sitargehan jî jin nayên parastin. Zilamek bi rehetî diçe wir û paşê qetliyamê pêk tîne. Cihê sitargehan cihek nepenî ye. Lê navnîşana wir hîn dibin û diçin bi ser de digirin. Parvekirina navnîşana sitargehan sûc e. Bi eşkerekirina cih re jî sûc tê kirin. Zilam ev diparêz in. Jin nayên parastin. Çawa çêdibe ku jinek tundiyê dibîne bi zilamekî re dişînin. Ew sitargeh ne jinên tundî li wan tê kirin, malbat û zilam tên parastin. Sitargeh maf e, divê ev pirsgirêkên li sitargehan werin çareserkirin.” 
 
MA / Semra Tûran