Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane

  • jin
  • 09:17 8 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, diyar kir ku dewlet, bi armanca têkoşîna jinan ji holê rake, li rêbazên îşkenceyê dide û got: “Em ê bi hevre têkoşîna xwe ya jinê ya li dijî êrîşan mezintir bikin.”

Bûyerên îşkenceyê yên polîs û leşkeran di dewam dabûne pir zêde bûne. Herî dawî endama Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn li mala xwe di dema binçavkirinê de, îşkenceya bi kuçik lê hatibû kirin û bi vê yekê re carek din îşkenceya polîsan ket rojevê.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, îşkenceya li Çetîn hat kirin, zextên li dijî rêxistinên jinan, girtin û binçavkirinên jinna nirxnadin û diyar kir ku ev bûyer takekesiye, giştiye. 
 
‘RÊZIKNAMEYA HIQÛQA GERDÛNÎ NAYÊ NASKIRIN’
 
Yuce, anî ziman ku di şexsê Çetîn de îşkeceya bi kuçik hemû beşên mûxalîf hatiye kirin û wiha axivî: “Divê ev weke çavtirsandinê bê dest girtin. Desthilatdariya zilam a AKP û MHP’ê ev demek dirêje, hewl dide têkoşîn û destkeftiyên jinan ji holê rake. Ev îşkence jî encama vê yekê ye. Ev nêzîkatî li dijî mafê mirovane û kes nikare qebûl bike. Rojbin ligel ewqas îşkenceya lê hat kirin jî, bi rojan dibin çavan de ma. Çetîn di 26’ê Hezîranê de hat binçavkirin. Ev roj jî, Roja Piştevaniya bi Kesên Hatine Îşkencekirin û Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Di rojekê wisan de îşkence bi Çetîn kirin ne tesadufe. Ev jî dide nîşandan jî desthilatdarî rêziknameya hiqûqa gerdûnî nas nake.”
 
‘AKP HEWL DIDE NAVÊ JINÊ TUNE BIKE’
 
Yuce, da zanîn ku çi dema ku dewlet dixwaze têkoşîna jinan tune bike, serî li rêbazên mûameleyên xirab, tacîz, êrîş, binçavkirin û girtinan dide û wiha got: “Bi van kiryaran dixwaze ku hem rûmeta jinan û hem jî rûmeta mirovahiyê bin pê bike. Desthilatdariya zilam a AKP-MHP’ê, ji hêza jinan, mezinbûna têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan ditirse. Ji ber vê dixwaze vana ji jinan bigire. Ji roja ku AKP bûye desthilatdar hewl dide navê jinan tune bike. Ji bo jin nebin xwedî vîn û di qadên polîtîk de cih negirin, bi her awayî êrîş dike. Di serdegirtina Komeleya Jinan a Rosayê de jî ev derket holê. Me dît hevalên jin bi zarokên xwe re hatin binçavkirin û girtin. Ji ber ku li dijî tundiya li ser jinan derketin hatin girtin. Dîsa zextên cîdî li ser aktîvîstên TJA’yê hene. Dixwazin TJA û têkoşîna jinan krîmînalîze bikin. Ji ber vê bi qeyûman êrîşê pergala hevserokatiyê kirin û aktîvîstên jinan binçav kirin.”
 
TÊKOŞÎNA JINAN LI QADANE
 
Yuce, dest nîşan kir ku Komeleya Jinan a Rosa komeleya wane jî û di dawiya axaftna xwe de ev peyam da: “Em li gel komeleya xwe ne. Hemû êrîşên li dijî komeleyê di heman demê de li dijî me ne jî. Em baş dizanîn ku têkoşîna li Amedê, di heman demê de têkoşîna jinan li Mûglayê ye. Têkoşîna jinan bi hev ve girêdayî ye. Em jin ji hev hêzê digirin. Em ji têkoşîna mafdar a jinan hêzê digirin. Îro têkoşîna jinan ne di avahiyan deye, li qada ne.”
 
MA / Omer Akin