Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir

  • jin
  • 11:39 7 Tîrmeh 2020
  • |
img
AGIRÎ - Şaredariya Giyadinê, bi armanca îstîhdama jinan, dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir 
 
Şaredariya navçeya Giyadin a Agiriyê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, dest bi proja xwe ya Bazara Ked a Jinan kir. HDP’ê di hilbijartina herêmî ya sala 2019’an de soz dabû jinan ku ji bo wan bazarê ava bike. Şaredarî, bazarê li qadeke 635 metrekare ya li Taxa Ataturkê ava dike û wê gelek jin di vê bazarê de karê xwe bikin. Berî heftiyekê îhaleya bazar hat kirin û esasê wê hat avêtin. Jin wê li vê bazarê berhemên xwe bifiroşin û debara xwe bikin.