Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze

  • jin
  • 10:40 7 Tîrmeh 2020
  • |
img

ÇEWLÎG – Zeynep Topal a bi hevjînê xwe Osman Topal re pirsgirêk dijiya û di stargeheke li Stenbolê de dima, piştî vegeriya Kanîreşê, bi awayekê destê wê bi paşve girêdayî û gule lê hatî reşandin, mirî hat dîtin. Osman Topal û du xizmên wî, derbarê kuştina Zeynep de hatin binçavkirin.

Duh bi şev di Sîteya Sanayî ya Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Kanîreş a Çewlîgê de, dengên çekan bilind bûn. Polîs li ser agahî dayîna welatiyan hatin cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin. Polîs, di baxçeyê sîteya sanayiyê de, cenazeyê jineke ciwan ku destên wê paşve girêdayî û gule lê hatî reşandin dîtin. Piştî lêpirsîna li cihê bûyerê, polîsan cenazeyê jina ciwan ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Çewligê.
 
Di çarçoveya lêpirîsan hat kirin de, derket holê ku cenaze aîdê jinan ciwan Zeynep Topal ê 27 saliye. Hat diyar kirin ku Zeynep Topal zewiciye û dayika 2 zarokan. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di navbera jina ciwan û hevjînê wê Osman Topal de pirsgirêk hebûne û ji ber vê Topal berî du mehan ji Kanîreşê çûye Stenbolê. Topal li vê derê çûye Qereqola Polîsan a Sûltanbeyliyê û li ser daxwaza wê li mala stargehê hatiye bicihkirin. Lê Osman Topal dikeve pey şûpa wê û wê wê dibîne. Osman Topal berî heftiyekê Zeynep ji stargehê digere û tîne mala wê ya Kanîreşê.
 
Zeynep Topal duh bi şev li di Sîteya Sanayî ya Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Kanîreşê de, bi awayekê destên wê paşve girêdayî û gule lê hatî reşandin mirî hat dîtin. Osman Topal û du xizmên wî, derbarê kuştina Zeynep de hatin binçavkirin û lêpirsîna wan dewam dike. 
 
Cenazeyê Zeynep Topal a hat kuştin, piştî kar û barên otopsiyê wê li gundê Cevan a navçeya Kanîreşê bê definkirin.