Ji jinan bernameya xwendina pirtûkan

  • jin
  • 15:25 6 Tîrmeh 2020
  • |
img

WAN - Meclîs Jinan a HDP’ê ya Wanê, di çarçoveya kampanyeya “Têkoşîna Jinan Li Her Derêye” de bernameya xwendina pirtûkan li dar xist. 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, di çarçoveya kampanyeya “Têkoşîna Jinan Li Her Derêye” de, li Taxa Şehîd Firat a navçeya Artemêt a Wanê bernameya xwendina pirtûkan li dar xist. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka HDP’ê ya Artemêt Şukran Şen û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÎŞKENCEYA BI KÛÇIK DA
 
Jinan li taxê, deriyan xistin û jinên taxê vexwendin bernameyê. Jin dûre di baxçeyê malekê de kom bûn, li ser kampanyê û tundiya li dijî jinan nîqaş kirin. Jinan di nîqaşên kirin de bertek nîşanî îşkenceya polîsan a bi kûçikan li Aktîvîsta TJA û Endama Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbin Çetin, di 26'ê hezîranê de lê kiribûn dan. 
 
Jinan dûre dest bi bernameya xwendina pirtûkan kirin.