Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe

  • jin
  • 11:48 5 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Parêzer Canan Arin, diyar kir ku ji ber têkoşîna jinan zorê li îqtîdarê dike, îqtîdar dixwaze Peymana Stenbolê betal bikin û wiha got: "Divê ne ji bo vekişîna peymanê, ji bo baştir peymanê têxin meriyetê xebatan bikin. Eger peyman bê vekişîn, dê tundiya li ser jinan zêdetir bibe." 

 
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan got "Gel Peymana Stenbolê naxwaze. Hewce be em ê peymanê di ber çavan re derbas bikin." û xwest Peymana Stenbolê ku rê li pêş tundiya li dijî jinê digire betal bike. Li ser vê yekê jinan bertek nîşan dan. Peymana Stenbol yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan a herî giring e. Bi peymana Stenbolê rê li pêş tundiya jinê tê girtin. Çend roj berê wekilê Serokê AKP'ê Numan Kurtulmuş jî ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Çawa hatye îmzekirin dê wisa ji îmzeyê jî bê kişandin. Piştre Erdogan jî got 'Eger gel dixwaze rakin' û ferman da.  Parêzer Canan Arin, li ser helwesta îqtîdarê û Peymana Stenbolê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivi. 
 
YÊN JI QETILKIRINA JINAN ACIZ NABIN DIXWAZIN VÊ PEYMANÊ RAKIN
 
Parêzer Arin, anî ziman ku yên ji tundiya li dijî jinê û qetilkirina jinê bêzar nabin dixwazin Peymana Stenbolê rakin û wiha got: "Ev peyman li dijî tundiya jinê ye. Ji bo tundiya li dijî jinê bi dawî bike hatiye îmzekirin. 4 piyên bingehîn ên vê peymanê hene. 1- Ji bo jinan li dijî tundiyê biparêze. 2- Ji bo tundiya li dijî jinê û malbatê asteng bike. 3- Tundiyê lêpirsîn bike. 4- Polîtîkayên li dijî tundiyê pêş bixe. Di vê peymanê de tişta AKP - MHP'ê bêzar bike çi heye em  fam nakin. Bi vê yekê dixwaze dîsa pergala şerîatê bînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan nikarin asteng bikin gelek caran DMME Tirkiye mahkum dike. Welatên ku Peymana Stenbolê îmze kirine divê li dijî tundiya li ser jinan bêdeng nemînin. Divê jinan ji tundiyê biparêzin."  
 
‘JI BER ÎQTÎDARA WAN ZERAR DIBÎNE ÊRÎŞ DIKIN'       
 
Parêzer Arîn, da zanîn ku ji ber îqtîdara wan a mêr zerar dibîne êrîşî jinan dikin û dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê muxalefeta herî mezin jin dikin. Ev yek îqtîdara wan a mêr diheşîne. Ji ber iqtîdara wan diheje dixwaze vê peymanê betal bikin. Bi rakirina vê peymanê dixwazin rê li pêş zewaca zarokan vekin. Ev tecawiz e. Dixwazin rê li pêş tecawizê vekin. Çiqas mirovan di temenê zarokaniyê de bizewicînin ew qas koletiyê pêş dixin. Dê bikin ku zarok nikaribin xwe pêş bixin û zane bikin. Dixwazin bi ve yekê pergala şerîatê dîsa bînin." 
 
Peymana Stenbolê bi zagona hêjmar 6284'an jiyana gelek jinan rizgar kir. Peymana Stenbolê jiyanê diparêze. Tirkiye erk û berpirsiyariya xwe ya li gorî Peymana Stenbolê tu carî pêk neanî. Her tim binpê kir. Niha jî dixwazin vê peymanê betal bikin. Bi betalkirina vê peymanê dixwazin jinan bê parstin bihêlin. Dê rê li pêş tundî û kuştnê vekin. Peymana Stenbolê ji bo hemû jinan ewlehî he ye. Divê her kes li djiî vê yekê derkevin. Divê em destûr nedin vê peymanê betal bikin. Divê her kes ji bo parastina vê peymanê çi ji destê wan tê bike." 
 
MA / Semra Turan