Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest 2020-05-26 10:18:00   MUGLA - Boksker Ahmet Kemaloglu, di 24'ê Gulanê de xwendekara zanîngehê Zeynep Şenpinar kuşt. Derket holê ku Zeynep Şenpinar beriya bê kuştin serî li qereqolê dabû û alîkarî ji polîsan xwestibû      Li Gundê Kotekî yê Navçeya Menteşe ya Muglayê Boksker Ahmet Kemaloglu, di 24'ê Gulanê de xwendekara zanîngehê Zeynep Şenpinar (22) kuştibû. Derket holê Zeynep Şenpinar 2 hefte berê ji bo alîkarî û parastinê serî li Qereqolê dabû. Şenpinar di serlêdanê de diyar kiribû ku Kemaloglu tundiyê lê dike û gefan lê dixwe. Lê polîsan jî tenê cezayê 15 rojan dabû Ahmet Kemaloglu. Piştî Şenpinar serî li qereqolê da û alîkarî xwest 2 hefte şûnde ji aliyê Ahmet Kemaloglu ve hat kuştin.