2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn 2020-03-26 17:09:25 ÎZMÎR - 2 car cezayê muebeta giran li Goksel Saglam ê ji Girtîgeha Servekirî ya Çîglî bi destûrê derketibû û hevjîna xwe Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akta kuştin, hat birîn.   Li navçeya Çiglî ya Îzmîrê, Goksel Saglam di meha Hezîrana 2019’an de ji Girtîgeha Servekirî ya Menemenê bi destûrê derketibû, hevjîna xwe ya hev berdabûn Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akta kuştibûn.   5’emîn danişîna doza darizandina Saglam li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Karşiyaka hat dîtin. Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) danîşîn girtî hat dîtin. Bersûc Goksel Saglam û parêzerên dozê beşdarî dozê bûn.    Şandeya dadgehê piştî dansina nasnameyê dest bi danişînê kir. Dadgehê dûre bi tu awayî ceza danexist û 2 car cezayê muebeta giran li Saglam birî.