Rê û rêbazin li dijî şidetê 2020-03-25 09:24:15 EDENE – Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert, bal kişand ser şideta ku dibe ji ber vîrusa coronayê zêde bibe û di vê rewşê de rê û rêbazin ku divê jin li gor wê tev bigerin.  Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku ji xwe şideta li ser jinê her roj heye, lê belê di vê pêvajoya vîrusa coronayê de jî didome. Sert, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê mirov ji bêgavî di mal de dimînin. Sert, anî ziman ku ji ber vê şideta di nav malê de zêde dibe û got: "Mêr ji vîrusê talûketir bûne."    Sert, destnîşan kir ku tekane qanûna ku jinê biparêze Qanûna Jimare 6284 û Peymana Stenbolê ye û got, Wezareta Dadê ji bo vîrusa coronayê hin kar û bar dane sekinandin, lê belê serlêdanên ji bo qanûna 6284'an nedane sekinandin.    RAPORA ŞIDETÊ    Sert, bal kişand ser tiştên ku divê li dijî şideta li ser jinê bên kirin û got: "Gava hûn bi şidetê re rû bi rû man, pêşî serî li Navenda Pêşîlêgirtina Şidetê, dozgeriyên komarê û qeymeqamtî û walîtiyan bidin. Hûn doza tevdîrên çawa bikin? Li gor asta şidetê; eger asta şidetê kêm behûn dikarin doza dûrxistina ji malê, astengkirina pêwendîdanînê, bia waekî demborî nefeqe, mafê welayetê hwd. bikin. Heger şidet girantir be û ji bo vê hewce be hûn rapora şidetê wergirin, serî li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan bidin û hûn dikarin ji wir raporê bigirin."    Sert, destnîşan kir ku mexdûrên ku rapora şidetê digirin divê biçin dozgeriyan îfadeyê bidin û ji bo rapor di zabtnameyê de cih bigire divê bi dozger bidin îmzekirin û got: "ji bîr mekin, Peymana Stenbolê û Qanûna Jimare 6284'an ji bo jiyanê ne û tevdîrên di qanûnê de yên ji bo parastinê hemû nehatine hilawistin. Heger hûn nikaribin serî li saziyekê bidin û nikaribin ji malê derkevin telefonî xeta 183 û 155'an bikin."