‘Ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê xetên îxbarkirinê bên çalakirin' 2020-03-25 09:12:55 ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûslû, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê dimaldemayîn dibe ku ji bo jin û zarokan bibe sedema şidet û îstismarê û got, divê xetên îxbarkirinê bên çalakirin.    Li Tirkiyeyê şideta li ser jinê her diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; di meha Adarê de 10 jin hatine kuştin û ji vana 8 jê li malê hevjînê wan ew kuştine û 2 jê jî li cihê kar hatine kuştin. Her wiha rêxistinên jinan diyar dikin ku jinên ku ji ber vîrusa coronayê mecbûr di mal de dimînin dibe ku bi şidetê re rû bi rû bimînin.    'DIVÊ XETÊN ÎXBARKIRINÊ YÊN TELEFONAN ÇALAK BIN'    Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûslû, diyar kir ku vîrusa coronayê gefê li tevahiya cîhanê dixwe û got, di vê serdemê de zextên li ser jinan jî zêde bûne. Ûslû, destnîşan kir ku di vê serdemê de jin ji bo tenduristî û ewşehiya xwe mecbûr mane di mal de bimînin û got: "Lê belê mal ji bo jinên ne cihekî ewle ye. Mal bûne cihên şidet, taciz û tecawizê. Loma dimaldemayîn dibe ku bibe sedema zêdebûna şidet û îstimarê ya li ser jin û zarokan. Divê mekanîzmayên pêşîlêgirtina şidetê, xetên îxbarkirinê yên telefonan çalak bin."    Ûslû, anî ziman ku ji ber vîrusa coronayê jiyana jinên penaber zehemtir bûye. Her wiha Ûslû bal kişand ser Pakêta Darazê ya 3'yan jî û got: "Niha ji be rpolîtîkayên îqtidarê gelek jin û gelek jin jî tevî zarokên xwe di girtîgehan de ne. Niha behsa berdanê dikin. Em naxwazin îstismarkar, tecawizkar û tacizkar bên berdan. Çimkî tiştekî wiha dibe ku bibe sedema şidet û cinayetan. Em dixwazin girtiyên extiyar, nexweş, zarok, girtiyên siyasî, rojnamevan û kesên ji ber azadiya fikr û ramanê hatine girtin bên berdan."    MA / Sevda Aydin