‘Divê giştînameyên pêşî li şidetê digirin bên weşandin' 2020-03-24 09:30:30 AMED – Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya, bal kişand ser jinên ku ji ber şewba coronayê di mal de ne û şideta muhtemel ya ku dê pê re rû bi rû bimînin. Kaya, bang li Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê û xwest giştînameyên cuda bên parvekirin.  Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya, bal kişand ser jinên ku ji ber şewba coronayê di mal de ne û şideta muhtemel ya ku dê pê re rû bi rû bimînin   Kaya, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo vîrusa coronayê berbelav nebe li ser hev du bang tên kirin ku "li malê bimînin", lê belê di vê rewşê de jin li nav malê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Kaya, anî ziman ku ji bo rewşên wiha pêk neyên divê hin stratejî bên pêşxistin.    Kaya, anî ziman ku hêj pirsporan der barê vîrusa coronayê de aşiyek nedîtine û ji bo vê li seranserê cîhanê ji bo parastinê rêbaza "îzolasyona civakiyî" û "mesafeya civakiyî" tê bikaranîn û got, ji ber vê jin li malên keda wan tê xwarin dimînin.    Kaya, destnîşan kir ku îzolasyona civakiyî ji bo jinan dibe sedema pirsgirêkên mezin û got: "Zilamên ku şidetê dikin û ji ser şideta xwe bigrin, jinan ji qadên civakiyî dûr dixin. Yanî wan ji hevalên wan, ji derdora wan dûr dixin û bi tenê dihêlin. Lê belê vîrusa ku niha derketiye holê xwe bi xwe vê berpêşî zilamn dike û wê ev jî bibe sedema zêdebûna şidetê û wê şideta tê kirin xuya neke. Helbet em nabêjin wê zilam hemû şidetê bikin. Lê belê zilamên ku meyla wan a ji bo şidetê heye, wê ev yek bibe sede. Yanî ji ber ku zilam jî di malê de ne û wê ji ber vê aciz bibin û stresa wan çêbibe, wê berê xwe bidin jina."    ‘DIVÊ PÊKANÎNA DESTÛRÊ YA BIHEQ TÊKEVE DEWRÊ'    Kaya, anî ziman ku di vê pêvajoyê de jin bi talûkeyeke ku karê wan ji dest wan biçe re rû bi rû ne û got: "Dibe ku jin bêtir bi xizaniyê re rû bi rû bimînin. Wê bi vê re serlêdanên hiqûqî û terkirina kesê şidetê dike jî zehmet bibe. Loma divê pêkanîna destûrê ya biheq demildest têkeve dewrê."    Kaya, destnîşan kir ku ji ber ku wê hemû ferdên malbatê li malê bin wê keda jinê ya di nav malê de bêtir bêxwarin û got: "Di malbatên qelebalix de keda nav malê, ximzeta nav malê zêde dibe. Di vê rewşê de divê zilam çawa ji bo vîrusê bihesas tev digerin, divê heman hesasiyetê ji bo jinê jî bikin û karê malê tenê li ser pişta jinê nehêlin."    Her wiha Kaya, destnîşan kir ku di vî warî de peywireke mezin dîsa dikeve ser milê wan jina û got: "Heger em bibînin şidet li jinê tê kirin divê demildest em tev bigerin û haya derdorên têkildar pê bixin."    'BIRA SERÎ LI SAZIYAN BIDIN'    Kaya, anî ziman ku jinên ku ji ber vîrusê di mal de mane û nikarin derkevin derve heger bi şidetê re rû bi rû dimînin vê serî li Navenda Pêşîlêgirtina Şidetê (ŞONÎM), Dozgeriya Komarê, Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê û rêxistiên jinan bidin.    'DIVÊ GIŞTÎNAMEYÊN NÛ BÊN ŞANDIN'    Kaya, diyar kir ku  fikara wan ew e ku meqamên edlî û îdarî di vê pêvajoyê de baş guh nedin şideta li dijî jinê û got: "Çimkî hêzên dewletê di rewşên asayî de jî jinê qaneh dikin û dişînin malê û haya wan ji qanûna jimare 6284'an tuneye. Loma divê Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê demildest giştînameyekê bişîne ku sazî û dezgeh hemû qanûna 6284'an û Peymana Stenbolê esas bigrin. Divê meqamên edlî û îdarî pêşî jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin esas bigirin û li gor qanûnê tevdîran bigirin û biryaran bidin."    BANG LI JINAN KIR: BÊDENG NEMÎNIN    Kaya, destnîşan kir ku ji ber ku nizanin wê ev tecrîda civakiyî çiqasî bidome, lê belê wê saziyên jinan tişta dikeve ser milê wan bikin û got: "Em Komeleya Jina ya Rosayê, em ê xebatên xwe di se rtelefon, medyaya civakiyî û malpera re bidomînin. Çend roj berê jineke li derveyî bajêr serî li me da û me bi piştgiriya hevaleke xwe ya parêzer a komîsyona hiqûqê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Di vê rewşa şewba coronayê de ligel serwextkirina jina em ê di warê parastinê de jî wan serwext bikin. Em ê stratejiya xwe li gor wê diyar bikin. Em jin bawer dikin ku wê meseleya şideta li ser jinê bi têkoşîna jina û piştevaniyê bi dawî bibe. Di vî warî de em rêxistinên jin jî diyar dikin di her warî de em ê li cem wan bin û piştgiriya wan bikin. Em bang li jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin dikin; çi dibe bira bibe divê bêdeng nemînin. Bira serî li Komeleya Jina ya Rosayê û mekanîzmayên din ên îdarî bikin."