Aktîvîsta TJA’yê Aşkan hat binçavkirin 2020-02-01 11:35:29 WAN – Aktîvîsta TJA’yê Leyla Aşkan a ji bo konferansa jinan ji Wanê diçû Amedê li Tetwanê hat binçavkirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Aşkan a ji bo konferansa jinan ji Wanê diçû Amedê li Tetwanê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Aşkan di çarçoveya dozek derbarê wê de hatiye vekirin hatiye binçavkirin û wê birine Miduriyeta Polîsan a Tetwanê.