Ji TJA'yê ji bo Kişanak û Tuncel banga piştevaniyê 2020-01-12 15:57:40   AMED - TJA, ji bo Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel ku 4 sal in girtî ne, beriya ku sibe doza wan li Edliyeya Meletiyê bê dîtin, bi hashtaga  "#Ji GutanÛSabahatê re Azadî"  banga piştevaniyê kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Hevşaredara Berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin û dê doza wan sibe li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletyê bê dîtin, banga tevlibûnê kir û bi hashtaga  "#Ji GultanÛSebahatê re Azadî" banga piştevaniyê kir.