Ji HDP'ê ji bo jinên kedkarên malan pêşniyaza qanûnê 2020-01-09 14:43:22   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, ji bo sîgortaya jinên kedkarên malan çê bibe û teqawît bibin, pêşniyaza qanûnê da.   Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, ji bo hin kesên ku li kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye dinêrin û li şûna alîkariya ku bi şert digirin, ji tevare weke mafekî civakî pere bê dayîn û sîgortaya hemû jinên kedkarên malan çê bibe û teqawît bibin, pêşniyaza qanûnek da Serokatiya Meclisê.