'Em ê serîhildana xwe bidomînin' 2020-01-02 15:01:41   ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina jinên li Kampusa Cebecî Reqsa Las Tesis kiribûn da û wiha got: "Em ê bi boyaxên xwe yên mor serîhildana xwe bidomînin."   Li dijî hedefgirtina Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) ya jinên li Kampusa Cebecî Reqsa Las Tesis kiribûn,  Platforma Jinan a Enqereyê li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkîyelîler daxuyanî da. Li ser navê platformê xwendekara Zanîngeha Enqereyê Nazli Îkray Oztay daxuyanî xwend.    'JINAN BI AWAYÊ DIJHIQÛQÎ BINÇAV KIRIN’    Oztay wiha got: "Jinan bi awayî dijhiqûqî binçav kirin. Li dijî zextan jinan îradeya xwe nedan çewisandin. Îqtîdar bi pêkanînên xwe êrîşî zarokan dike. Bi zagonên efûkirinê tecawizkaran diparêze. Em ê bi boyaxên xwe yên mor serîhildana xwe bidomînin."