Jinên şirnexî ji bo 25'ê Mijdarê hatin gel hev 2019-11-16 16:28:49   ŞIRNEX - Meclisa Jinan a Şirnexê ya HDP'ê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi jinên bajar re hat gel hev.   Meclisa Jinan a Şirnexê ya HDP'ê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li Avahiya HDP'ê ya Bajar bi jinan re hat gel hev. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Ûnat di çalakiyê de axaftineke kir û bal kişand ser tundiyên li dijî jinê. Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya jî diyar kir ku her ku diçe dengê jinan li dijî tundiyê bilind dibe û got ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê mezin bikin.    Çalakî, bi pêşandana sînevîzyonê ya bi mijara tundiya li ser jinê berdewam kir.