Navenda Jinê ya Amîda ku qeyûm girtibû dîsa vedibe 2019-11-16 10:36:24 AMED - Navenda Jinê ya Amîda ku ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin ve hatibû girtin, ji aliyê rêveberiya şaredariyê ya HDP'î ve careke din vedibe.  Qeyûmên ku di sala 2016'an de bi fermana Wezareta Karên Hundir tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn kirin, 52 saziyan jinan girtibûn û nav û naveroka piran jî giherandibûn. Yek ji van saziyan jî Navenda Jinê ya Amîda bû ku ji aliyê qeyûmê Sûrê ve hatibû girtin. Şaredariya Sûrê ku di Hilbijartina 31'ê Adarê de ket destê HDP'ê, biryar da ku Navenda Jinê ya Amîda ku hatibû girtin, bi navê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Jin careke din veke û bike xizmetê. Serokê Komîsyona Jinê ya Şaredariya Sûrê Bîrsen Guneş têkildarî vekirina navendê axivî û diyar kir ku vekirina navendê dê bi tevlîbûna jinan di hefteya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de pêk bînin.    MA / Arjin Dilek Öncel