TJA'yê li Stenbolê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan 2019-11-15 16:35:55   STENBOL – TJA’yê li Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya ser Jinan li semta Şîrînevlera Stenbolê daxuyaniyek li dar xistin û ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. Jinan di daxuyaniyê de dirûşm berz kirin.    ‘EM DIBIN PIRA GIRTÎGEHAN’    Aktîvîsta TJA’yê Esîn Çelîk di daxuyaniyê de axivî û got ew silav û hezkirinên xwe ji hevrêyên xwe yên girtî re dişînin û ew bi şandina kartên piştevaniyê dixwazin bibin pira navbera girtîgehan. Çelîk bal kişand tundiya li ser jinên girtî û got: “Şideta herî dijwar li girtîgehan pêk tê.”    Piştî daxuyaniyê jin derbasî Postexaneya Şîrînevlerê bûn û ji jinên girtî re name şandin.