Biryara komkirina broşurên 25’ê Mijdarê dan 2019-11-15 11:18:37   MÊRDÎN - 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê, biryara komkirinê derbarê broşûrên “Em Li Dijî Tundiya Zilam û Dewletê Di Îsyanê dene“ yên Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê amede kirbûn de, da.     1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê, di 14’ê Mijdarê de biryara komkirinê derbarê broşûrên “Em Li Dijî Tundiya Zilam û Dewletê Di Îsyanê Dene“ yên Meclîsa Jinan a HDP’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê amede kirbûn, da.     Ekîbên Şaxa Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê, di çarçoveya biryarê de, ketin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û dest danîn ser broşuran.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Wanê, di çarçoveya xebatên mîtînga ku  di 25’ê Mijdarê bê lidarxistin de, xwestibûn broşuran belav bikin, lê ji aliyê polîsan ve hatibûn astengkirin.