'Qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf e' 2019-09-06 14:03:54 AMED - Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz Hatîce Demîr diyar kir ku piştî kuştina Muzeyyen Boylû li gelek bajaran agahiyên kuştina jinan hatin û wiha got: "Çîroka qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf e. Hemû encama bi zextên zilam ên li ser jinan e." Navenda Sepandin û Şêwrê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê, li avahiya baroyê têkildarî danişîna Muzeyyen Boylû ku dê roja 9'ê Îlonê were dîtin, civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên baroyê tevlî bûn. Di civînê de Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Hatîce Demîr diyar kir ku Muzeyyen Boylû ji aliyê hevjînê xwe Mesût Issi ve di 19'ê Gulanê de bi 11 guleyan di nava kolanê de hatiye qetilkirin û wiha axivî: "Piştî vê bûyerê 26'ê Gulanê Merve Unal, 2'yê Hezîranê Aygul Gunler li Amedê hatin qetil kirin. Pişt re li gelek bajarên Tirkiyê agahiyên kuştina jinan hatin. We ferq kir çîroka jinan çiqas dişibe hev. Rêbaz jî heman rêbaz in."   'MAFÊ JINAN TUNE TÊN HESIBANDIN'   Demîr bal kişan ser çîrokên qetilkirina jinan û ev tişt gotin: "Çîroka qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf e. Hemû encama zextên zilam ên ser jinan e. Dema mirov van cinayetan dinêre dibîne ku hemû jî jinên ji ber ku dixwazin dev ji zilamê xwe berdin an jî jê veqetin in. Ev hemû ji ber kodên çandî ne. Ji ber van kodan mafê jinan tune tên hesibandin."   'KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E'   Demîr destnîşan kir jin wek keseke azad û wekhev nayê qebûl kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafê jinê yê berdan û jiyaneke nû ji xwe re afirandinê nayê naskirin. Bi kurtasî mafê jinan ên hebûnê dixwazin ji destê wan bigirin. Polîtîkayên dewletê ser bekaya malbatê ye. Dewlet bi vê yekê peşiya êrîşa li jinê vedike. Ji ber vê yekê em dibên kuştina jinan polîtîk e."