Jinan dest bi kampanyaya ‘Sîlopiyek paqij’ kirin 2019-09-03 13:34:02   ŞINREX - Li SÎlopî, bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Şaredariyê, dest bi kampanya paqijiyê ya bî dirûşmeya “Ji bo bajarek paqij em dest bi din hev” kir.    Meclîsa Jinan a Şaredariya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi armanca dîtbaweriya navçeyê biguherînîn, ket nava tevgerê û dest bi kampanya paqijiyê ya bi dirûşmeya “Ji bo bajarek paqij, em dest bidin hev” dest pê kir. Meclîsa Jinan di çarçoveyê kampanyayê de îro dest bi xebatên xwe kir.    Hevşaredarên navçeyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî beşdarî xebatê bûn. Jin wê di çarçoveya kampanyayê de, îro Kolanên Ûmut û 4’emîn ên bajêr paqij bikin.