'Kuştina jina polîtîk e, em naxwazin bimirin' 2019-08-27 20:54:44   AMED -  Platforma Pêkhateyên  Dîcle Amedê û pêkhateyên Berxwedêrên li Hemberî Tundîya Jinan a Amedê,bal kişandins er cinayetên jinan û destnîşan kirin ku qetilkirina jinan ne bûyereke takekesî ye, kultina jinan polîtîke û bang li jinan kirin ku xwedî li deskeftiyên xwe derkevin.    Platforma Pêkhateyên  Dîcle Amedê û pêkhateyên Berxwedêrên li Hemberî Tundîya Jinan a Amedê, ji bo balê bikişînin ser cinayetên jinan ku di salên dawî de her diçe zêde dibin li Amedê daxuyaniyek dan. Jin li Xaçerêya Dunyayê li hev kom bûn û heta Parka Roboskî meşiyan û li vira daxuyanî dan. Endama Komeleya Jina ya Rosayê Narîn Gezgor daxuyanî bi kurdî xwend.    Daxuyaniya Platforma Pêkhateyên  Dîcle Amedê û pêkhateyên Berxwedêrên li Hemberî Tundîya Jinan a Amedê ev e:     "Îro Emînaya ku Kirikkale hatiye qetilkirin, Tuğba ya li Konya hatiye qetilkirin, Munevver û Halise Narin yên ku li Silvanê hatine qetilkirin Emela ku li Batmanê û Emine  ya ku li Patnosê hatiye qetilkirin, yanê em ji bo hemî jinên hatine qetilkirin dimeşin.   Em bi hêrs in, ji ber hiqûqa we ne biedelet e. Bi zagona 6284 peymana Stenbolê û CEDAWê mafê ku hatine dayîn nayên bi cih, bi ser de jî bi polîtîkayên bê ceza û êrîşên li hember destkeftinên jinan hûn şirîkên van qetlîama nin.   Em bi hêrs in, ji ber mirovên ku bi rojan e mafên xwe yên demokratîk tînin ziman, hûn bi hezaran  kes êrîşî wan dikin, bi ser de jî jinên ku biryara mafên wan ên parastinê hene hûn wan  jinan  naparêzin.   Em bi hêrs in, devla ku hûn sûcdaran bibînin we çav bera destkeftinên me dane. Sîstema we ya jinan dide bêdengkirin, tehemula we ji daxwaza me ya  jinan li her qadên civakê xurt bikin û wek hev bikin re tune ye. Hûn dibêjin ku soz, biryar û vîn yên mêran in. Parlementoya ku jin, lê ji sedî hevdeh ne û li gor encamên fermî, bi tenê çar jinên şaredar ên ku hene we bê rehet û şermezar nake. Rêveberiyek demokratîk îddîaya guherandina jinan we ditirsîne. Bi bedelên giran ku sistema hev serokatîyê me anî her rêveberiyê, hûn dixwazin wê jî krîmînalize bikin. Hev serokatî ji bo rêverîberiya demokratîk rê ye. Ji bo me jêneveger e.  Pergala qayyûmtiyê dixwaze sîstema hevserokatiyê û destkeftinên jinan tune bike. Dixwaze ji qadên siyasî, aborî û civakî jinan biqetînin.   Pergala qayûmê talankirina mafên jinan in. Em dev ji mafên xwe, dev ji destkeftinên xwe bernadin. Qetla jinan ne bûyerek takekesî ye. Em zanin ku  pergala desthilatdar nirxên civakî bi kar tîne û pê jinan dikuje.   Yên ku jinan dikujin warên ku aîdê jinan e, ji aliyê desthilatdarîya mêran ve tên tunekirin. Yên ku jinan dikujin, saziyên ku ji bo jinan stargeh in, tên girtin. Yên ku jinan dikujin, polîtîkayên dewletê yên bê ceza ne. Yên ku jinan dikujin, desthilatdarî û zimanê merane ye. Hişmendiya we ya tekane, jinan dikuje.   Em bi dengekî bilind bang dikin.  Kuştina jinan polîtîk e. Em naxwazin bimrin. Em tekakesên, ku avakarên jiyanê ne. Em jin, hêza xwe ji rexistibûyîna xwe û ji yekîtiya xwe digirin. Em bangî jinan dikin, werin bi hewldana jinan, mafên ku me, bi dest xistine, em bi hev re lê xwedî derkevin. Em li ber xwe bidin û em berxwedan û têkoşîna xwe mezi bikin.              Jin Jiyan e Jiyanê nekuje  Jin xwedî li destkeftiyên xwe û vîna derdikevin."