Kampanyeya TJA’yê: Armanc birêxistinkirina hemû jinan e 2019-08-12 09:12:53   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku ewê bi kampanyeya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” a heya dawiya salê berdewam bike, dê hemû qedexeyan derbas bikin û got: “Armanca me ew e ku em hemû jinan birêxistin bikin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, bê navber kampanya xwe ya bi şîara “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” ber dewam dike. Jin di çarçoveya kampanyeya ku heya dawiya salê berdewam bike de, armanca dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî pergala desthilatdariya zilam mezintir bikin. Aktîvîsta TJA Gulcan Kaçmaz a derbarê xebatên xwe yên li dijî qirkirina ekoloji, komkujiyên jinan, tacîz, tecawîz û îstîsmara zarokan bi rêve bibin de axivî û diyar kir ku avakirina jiyanek nû pêkane.    WÊ HÎN BIHÊZTIR DENGÊ XWE BILIND BIKIN    Kaçmaz, bal kişand ser tundiya hezar salan a li dijî jinê berdewam dike, kolekirin, keda jinê nedîtin û wiha axivî: “Ev hemû di serdema desthilatedariya AKP’ê de, pir zêde bûn. Ji ber daxistina rewşa baş û polîtîkayên neceza kirinê, hiqûq ji holê hat rakirin. Ji ber vê bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarokan, tecawîz û tacîzên li dijî jinan û zewicandina di temenê biçûk de, her roja çû zêdetir bûn. Emê li dijî van hemûyan dengê xwe bilindtir bikin. Ji ber vê me dest bi kampanyeya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ kir.”   ÇARÇOVEYA KAMPANYAYÊ    Kaçmaz, da zanîn ku ev kampanya tenê ne ji bo jinane û wiha got: “Ev kampanya di heman demê de li dijî qirkirina xweza, talankirina ekoloji û pirsgirêkên penaberane. Mînak ji bo Gola Wanê me dest bi xebatên paqijkirina peravan kiriye. Ev xebata me dewam dike. Ji bo ku em balê bikişînin ser tundiya li dijî jinê, em difikirin ku bi nepoxên xemrî û qûrdeyan geşta duçerxan lidar bixin. Dîsa konserên me yên dengbêjiyê wê dewam bike. Emê çalakiya xwendina pirtûkan li dar bixin. Em ê bernameyek tije bixin pratîkê.”    ‘EM Ê QEDEXEYAN DERBAS BIKIN’   Kaçmaz, da zanîn ku ji salekê zêdetire, pêkanînên keyfî yên qedexekirina walîtiyê hene û wiha bilêv kir: “Li Wanê hemû çalakî û şahî tên qedexe kirin. Emê van astengiyan derbas bikin. Tu xebatên me wê li ser ewlekariya Wanê bandorek neyînî neke. Em jin emê qedexeyên keyfî yên walîtiyê derbas bikin. Ji bo ku em hêza xwe  mezintir bikin, emê xebatên xwe bi rêve bibin.”    MA / Ayşe Surme - Cemîl Ugur