Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike 2019-06-09 15:05:26   ENQERE - “Mîhrîcana Keda Jinê” ya ji aliyê Şarederiya Çankaya ve tê li darxistin û nêzî 500 jinan dê hilberînên kedên destên xwe pêşkêş bikin, dê di 28’ê Hezîranê de dest pê dike.    3’yemîn “Mîhrîcana Keda Jinê” ya ev sê salin ji aliyê Şaredariya Çankaya ve tê li darsitin dê di 28’ê Hezîranê de li Parka Ahlatlibel a Ataturkê dest pê bike. Di vekirina mîhrîcanê de, hunermend Sertab Erener derkeve ser dikê. Nêzî 500 jinan dê beşdarî mîhrîcanê bibn û hilberînên kedên destên xwe pêşkêş bikin û bifiroşin. Şaredariya Çankaya hemû dahatûyên mîhrîcanê dê bide jinan.   BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ   Roja Înê 28’ê Hezîranê saet 10.00’an dê stand bên danîn û dest bi mîhrîcanê bê kirin. Mîhrîcana heya saet 16.00’an dewam bike, dê bi konsera Ezgî Eyuboglû berdewam bike. Di saet 20.00’an de jî Sertab Erener bi Enqeriyan re bên gelhev.    Mîhrîcan dê roja Şemiyê 29’ê Hezîranê bi çalakiyên cuda heya saet 12.00’an dewam bike û dûre Canan Anderson, Orkestra Gîrls a Stenbolê derkevin ser dikê û Serenad Bagcan konser bide.    Mîhrîcan dê 30’ê Hezîranê roja Yekşemê saet 12.00’an dest pê bike û heya saet 20.00’an dê bi dawî bibe. Roja dawî ya mîhrîcanê jî Îlknûr Yakûpoglû û Orkestraya Modern Ankara derkevin ser dikê û Kalben donser bide.