Jinên li Mêrdînê gihiştin hev xwestin Uysaler bê girtin 2019-05-16 14:27:45 MÊRDÎN - Jinên ji çar aliyê Tirkiye li Mêrdîn kom bûn, xwestin polîs Ercan Uysaler ê di serdema kayyumê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de bi armanca jinên di şaredariyê de dixebitin sewqî fihûşê bike tora fihûşê ava kir, bê girtin û cezakirin.    Di serdema Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de Polîs Ercan Uysaler, wekî Midûrê Çavkaniyên Mirov tayînî Kent A.Ş.’kirin. Derket holê ku Uysaler li gel Çawîşê pispor ê berê û Midûrê Serokatiya Daîreya Agirkujê E.I. tora fuhuşê ava kirine. Jin, bi armanca der barê mijarê de serlêdana sûc bikin û şopdarê dozê bin ji çar aliyen Tirkiye hatin Mêrdînê. Li ber deriyê Edliya Mêrdînê li ser navê jinan Hevseroka Giştî ya ÎHD Eren Keskin, daxuyanî da. Li ser navê saziyan parêzera Baroya Mêrdînê Endama Platforma Jinan a Şahmeran  a Mêrdînê Jiyan Abdussametoglu  daxuyanî da.    ‘BÛYER ORGANÎZASYONEK BI RÊXISTIN E’    Jiyan Abdussametoglu, diyar kir ku karmendê polîs Uysaler hêza erka xwe ya cemaweriyê bikar aniye û wiha axivî: "Bi soza ku karekî baştir bide xebatkarên jin ên heman şîrketê aşeker tacîz kiriye. Bi vê soza karê baş rê li pêş fihûşa jinên karker vekiriye. Di qeydên derketin holê de xuya ye ku bûyer berfireh, bi rêxistin û organizasyon e. Gelek delîl û daneyên ku gelek jinên din jî ketine nava vê torê hene. Vê bûyera ku di çapemeniyê de belav bû, nîşan da ku bûyerên di 5 salên dawî de encama polîtikayên şerê taybet e. Li Kurdistanê piştî qeyûm tayîni 97  şaredariyan kir, saziyên jinan hatin girtin û hundirê van saziyan vala kirin. Jinên bi KHK’ê hatin dûrxistin avêtin saziyên cuda. Bi awayekî cuda rastî tacîzê hatin. Mafê wan xezp kirin."    ‘EM Ê ŞOPDARÊ WÊ BIN   Abdusametoglu, destnişan kir ku jinên bi qeyda deng li dozgeriyê serlêdana sûc kir xwedî wêrekiyek gelek mezin in û wiha berdewam kir: "Em hevrêya xwe ya jin ji ber vê wêrekî û sekna wê pîroz dikin û hembêz dikin. Em hatin piştgiriyê bidin wê. Ji bo em nîşan bidin ku polîtîkayên qesrê, polîtîkayên şer û tecrîdê, gefên wan nikarin me têk bibin em hatin vir. Em hemû meclîs, sazî û rêxistinên jinan ên Kurdistanê ji bo em li dijî van polîtikayan têkoşîne bilind bikin em li vir in. Em li vir li Edliyeya Mêrdînê serlêdana sûc dikin. Em ê li gel hevrêya me ya jin bin û şopdarê  doza wê bin. "    KESKÎN SALÊN 90’Î BIBÎR XIST   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku di nava kar û xebatê de mexdûra yekemîn jin e û wiha axivî: “Di salên 90’î de li Kurdistanê şerekî pir dijwar û zêde hebû. Di nava herêman de herî zêde li Mêrdînê li dijî jinan tundî pêş ket. Di salên 90’an de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Şukran Aydin di fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Musa Çitil de rastî êrîşa tecawizê hat. Wê demê di serokatiya Musa Çitil de li dijî jinê êrîşa zayendi pêş ket. Wê demê dewletê ev yek wekî projeyê pêş xist. Em dibînin ku di vê projeyê de guhertin tune ye. Herî dawî ji aliyê polîsê ku Qeyûm ew peywirdar kiriye ve hevala me ya jin rastî tacîza polîs hatiye."    DIVÊ EV POLÎS BÊ GIRTIN   Keskîn xwest polîs Uysaler bê girtin û wiha bi dawî kir: "Hêj Uysaler li ser karê xwe ye. Ev yek hayê qebûlkirin. Divê bê girtin û girtî bê darizandin. Li şûna polîs îro hevala me ya jin di bin zextan de ye. Em ê heta dawî li pişt hevala xwe ya jin bin û mafê wê biparêzin."      GOKKAN: WÊ QEYÛM HESABÊ VÊ YEKÊ BIDIN   Aktdîvîsta TJA  Ayşe Gokkan  jî anî ziman ku jin li dijî hemû cureyên tundiyê têdikoşin û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven îro li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Em dibînin ku tecrîdkirina Ocalan li ser hemû beşê civakê heye. Ger ku îro qeyûm tayînî şaredaiyan nekiribûna jî disa wê ev tacîz û tecawiz pêş bixistana. Li Merdînê navê şerê dane destpêkirin “kayyum” e. Navê vî şerê taybet Qeyûm e. em dibêjin qeyûm wê di nava vê qirêjiyê de bifetisin û wê hesabê wê bidin."    Jinan piştî daxuyaniyê bi dirûşmeya “Jin, jîyan, azadî” derbasî avahiya Edliyê bûn û der barê polîs Uysaler de serlêdana sûc kirin.    SAZIYÊN TEV LI DAXUYANIYÊ  BÛN    OHD, Komeleya Jinan a Rosa Platforma Jinan a Şahmeran, ÎHD, Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafên Jinan a Baroya Amedê, Meclisa Jinan a HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a KESK'ê, Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM), Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Hevaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Figen Altindag,  Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Şaredara Qoserê Nilufer Elik Yılmaz, Şaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Nisebînê Semire Nergiz amade bûn.