TJA: Êrîşa li dijî dayikan sûcê mirovahiyê ye 2019-05-10 13:48:23   AMED - TJA, diyar kir ku êrîşa li dijî dayikên girtiyan, sûcê li dijî mirovahiyê û tevahiya cîhanê ye û bang li hemû kesan kir ku bibin dengên dayikên laçik spî.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya Roja Dayikan daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û li dijî Tecrîda li Ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya dayikên laçik spî li qadan jî, berdewam dike.    TJA'yê di berewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Parçekirina pargala tecrîdê ya li Îmraliyê di heman demê de wê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji tarîtiya ku tê dene rizgar bike. Di hevdîtina dawîn ya li Îmraliyê hat kirin de jî aşkera bû ku birêz Abdullah Oclana hêza çareseriyê ye. Çalakiya Leyla greva birçîbûnê ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin li gelek girtîgehan belav bûye û bi tevlibûna ji 7 hezaran zêdetir girtiyan berdewam dike. Dayikên gitiyan ên ku li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniya bi zarokên wan re û ya Dayikên Aştiyê em ji dil û can li ser anvê hemû jin û gelê xwe silav dikin."   'ROJA DAYIKAN   Di van rojên ku 12'ê Gulanê Roja Dayikan tê pêşwazîkirin de, li ber girtîgehan û li kolanan dilê zarokên xwe û bi sedana çîrokên berxwedanê di nava laçikên xwe yên spî de dihewînin, em bang li her kesî dikin ku li berxwedana van dayikên berxwedêr xwedî derkevin. Em wekî jin dibêjin ku diyariya mezin ya ji bo dayikan û civakê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û bang li her kesî dikin ku Em  bang li her kesî dikin ku bibin dengê dayikên dayikên ku dengê wan veguherî tevgera laçik spî. Em bang li jinan, gelan, hêzên demokratîk, ciwanan, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û her kesên xwe mirov dibînin ku li gel dayikan tevbigerin, nerazîbûna xwe ya demokratîk li her qadê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin."