HDP’ê jinên di meha nîsanê de hatin kuştin ji Wezîr Selçûk pirsî 2019-05-09 13:32:03   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, jinên ku di meha nîsanê de ji aliyê zilaman ve hatin kuştin bir rojeva Meclisê.   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî jinên ku di meha nîsanê de ji aliyê zilaman ve hatin kuştin, bi daxwaza ku Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk bi bersivîne, pêşniyazpirsek da Meclisê.    Taşemîr, di binasiya pêşniyazpirsa xwe de cih da van gotinan: “Bergiriya ku dûrxistina ji bo kesên tundiyê pêk tînin û parastina nêz saz dike; qanûna hejmara 6284 ku ji xurtkirina jinan a maddî bigire heta guhertina nasnameyê gelek mafan nas dike û di encama têkoşîna bi salan a rêxistinên jinan ket meriyetê, dema ku bi awayekî çalak pêk bê divê jinan biparêze.”   Taşdemîr, di pêşniyazpirsa xwe de ev pirs ji Wezîr Selçûk kirin;   * Di çarçoveya Peymana Stenbolê de divê merciyên dewletê yên eleqedar bên tespîtkirin û li gorî vê yekê rêbazên têkoşînê bên diyarkirin; hûn ji van awazgehên eleqedar ên ku berpirsyariya xwe bi cih nanî ne agahdar in?   * Di meha nîsanê ya 2019’an de çend jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dane?   * Sedemên jinên ku di meha nîsanê de jiyana xwe ji dest dane çi ne?   * Navê jinên ku xeyal û armancên wan ên dayik, hevjîn, xwişk û bira û zarok hebûn û di encama polîtîkayên welat de bûn qurbana tundiya zilaman çi ne?   * Jinên di meha nîsana 2019’an de hatin kuştin bi kîjan rêbazî hatine kuştin?    * Der barê çend jinên ku di meha nîsana 2019’an hatin kuştin biryara dûrxistin û parastinê hebû?   * Di meha nîsanê de qanûna hejmar 6284 bi awayekî çalak pêk hat? Heke qanûna hejmar 6284 bi awayekî çalak pêk hatibe van jinan çawa hatin kuştin?   * Ji çend jinên ku hatin kuştin çend zarokên wan hebûn?