Gulsum Kav: Tiştên divê dozger bikin malbat dikin 2019-05-09 09:25:25 ÎZMÎR - Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, diyar kir ku di cinayetên jinan de bi awayekî baş tevdîr nayên girtin û lêpirsîn nayên kirin û got: "Tiştên divê dozger bikin malbat dikin."  Li Tirkiyeyê, di meha Nîsanê de zilaman 36 jin kuştin. Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, diyar kir ku bi qanûn dikarin rê li ber cinayetan bigirin.    Kav, diyar kir ku di cinayetên jinan de tevdîr baş nayên girtin û lêpirsîn bi îhmalkariyê tên kirin û got: "Tiştên divê hêzên dewletê û dozger bikin, malbat dikin. Her wiha daxistana cezayan jî didome. Tirkiye îmze daniye bin Peymana stenbolê û bi vê yekê pesnê xwe dide. Lê belê bereksê peymanê tev digere. Li Tirkiyeyê tekane rêya ku jin xurt bibin, ew e ku divê jin daxilî jiyana xebatê bibin."    ÇIMA CINAYETÊN JINAN ZÊDE DIBIN?    Kav, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara jinên betal pir zêde ye. Kav, anî ziman ku nifûsa jinan 30 milyon e û kes napirse ji 30 milyonî 11 milyon jê bi çi re mijûl dibin. Kav, got: "Ji bo jin li dijî şidetê li ser piya bisekinin divê daxilî jiyana xebatê bibin. Her çend ev yek bi temamî jinan ji şidetê xelas neke jî lê faktoreke pir girîng e. Mixabin piraniya jinan ji qada xebatê tên sirgûnkirin, tên bêhêzkirin û bi vî awayî rê li ber şidetê vedibe. ev polîtîkaya dewletê ye. 4 madeyên girîng ê Peymana Stenbolê hene. Lê belê ev pêk nayên. Liv û tevgereke bereksê vê yekê heye. Çima cinayetên jinan zêde dibin? Ji bo vê pirsê divê mirov li ser van xalan hûr bibe."    LI HERÊMA EGEYÊ LÊGERÎNA JINÊ YA JI BO MAFÊN XWE    Kav, destnîşan kir ku li Herêma Ege û nexasim jî li Îzmîrê ew gelek dozan dişopînin û got: "Li em dibînin ku li vê herêmê jin bêtir doza mafên xwe dikin. Yanî eger ne bextewar bin, bi şidetê re rû bi rû bimînin an jî bixwazin ji bo xwe jiyaneke nû ava bikin mafê xwe yê devjêberdanê bi kar tînin. Li Tirkiyeyê em dibînin ku wexta jin dev ji hevjînê xwe berdidin tên kuştin. Lê zêdebûna lêgerîna ji bo mafan, jin bêtir xwedî li vî mafê xwe derdikevin. Lê mixabin li herêmê hejmara cinayetên jinan pir zêde ye. Wexta dewlet bi qanûnên xwe li gel jinê be wê kes newêribe jinan bikuje."    BÛYERA LI KUÇUKÇEKMECEYÊ    Kav, bal kişand ser bûyera li Kuçukçekmece ya Stenbolê ku zarokeke 5 salî hatibû îstismaririn û got: "Hefteya borî li ser hevdu bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Lê li Kuçukçekmeceyê mirov daketin kuçeyan. Ev tiştekî pir baş e. Li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê pir girîng in. Kesên dixwain ser sûcên li hemberî jin û zarokan bigirin, têk çûn. Meseleya Rabîa Nazê. Gel şaredarê ku navê wî di vê cinayetê de derbas dibe, hilnebijart. Di hilbijartina herêmî de me dît ku li gelek deveran kesên ku ser sûcan digirin nehatin hilbijartin. Ev jî nîşan dide ku kesên li pêyî edaletê ne hêzdar dibin."    MA / Nimet Olmez