‘Divê Dadgehên Pispor ji bo dozên zarokan bên avakirin’ 2019-04-26 14:42:01 AMED - Navenda Jinan a Jinwar, bertek nîşanî tecawiza li dijî jin û zaroka zêde dibe û xwest Dadgehên Pispor ên tenê li dozên zarokan mêze bikin bên avakirin.  Navenda Jinan a Jinwar a li navçeya Çinar a Amedê, derbarê tecawîz û tacîzên li dijî jin û zarokan zêde dibin de daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û endamên şaredariyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Xebatkara Navenda Jinan a Jinwar civaknas Delal Kizilkan daxuyanî da. Kizilkan, diyar kir ku tacîz û tecawîz sûcên mirovahiyê ne û got: “Di warê binpêkirinên mafên zarokan de, Tirkiye di rêza herî jor a cîhanê de cih digire. Pêkanînên dewletê di asta îstîsmarên li dijî zarokan zêde bibin dene.”   TECAWÎZA LI KUÇUKÇEKMECE   Kizilkan, bal kişan ser tecawiza li dijî zaroka 5 salî ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê pêk hat û wiha got: “Li dijî bûyera  li Avcilara Stenbolê mirov daketin kolanan, lê ji aliyê polîsan ve hatin belav kirin. Ji bo bûyerîn wiha divê dadgehên pispor ên tenê li dozên zarokan mêze bikin, bên avakirin. Lazime ku zaroka div an dadgehan de bên parastin.”