YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be 2019-03-21 13:15:31   DÊRA ZOR - Şervanên YPJ'ê, dawî li DAIŞ'a ku 5 salin li ser gelê Sûriye zilm û zordariyê dike, talan û wêran dike, anî. YPJ'ê ku li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar da û dawî li DAIŞ'ê ani, li Gundê Baxozê ala xwe çikand. YPJ, serkeftina li dijî DAIŞ'ê wekî diyariya Newrozê diyarî jinên cîhanê kir.    Hêzên/Quweta Sûriyeya Demokratîk (QSD), diyar kir ku operasyona bi navê “Pêngava Bagera Cizîrê" ku li Gundê Baxozê yê Dera Zor dabûn destpêkirin bi dawî bûye û DAIŞ bi temamî ji ser axê paqij kirine. QSD, destnişan kir ku hemû axa Rojhilat û Bakûrê Sûriye ku DAIŞ'ê dagir kiribû bi temamî ji destê DAİŞ’ê rizgar bûye û hebûna DAIŞ'ê ya li ser axê bi temamî xelas bûye. Operasyona ku di 18'ê Îlona 2018’an de dest pê kiribû îro bi dawî bû.  QSD'ê da zanîn ku di operasyonê de bi temamî 30 hezar endam û malbatên endamên DAÎŞ'ê teslîmî wan bûn.      Şervanên Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) ala dawî ya DAÎŞ xist xwar û li şûna wê ala xwe ya YPJ'ê çikand. Şervanên YPJ'ê ala dawî ya DAÎŞ'ê xist xwar û li şûna wê ala xwe ya YPJ'ê daliqand. YPJ'ê diyar kir ku ew vê serkeftinê wekî diyariya Newrozê diyarî hemû jinên cîhanê dikin. Newrozê li hemû jinan pîroz dikin. YPJ'ê anin ziman ku di serî de serkeftinê li jinên êzîdî û hemû jinên cîhanê piroz dikin û diyarî hemû jinên cîhanê dikin.    YPJ'ê ya herî zêde bû hedefa DAIŞ'ê û herî zêde şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê meşand,  dema ala xwe daliqand ket ber wêneyê Ajansa Mezopotamya (MA).    MA / Nazım Daştan